Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan vê sibehê girtine ser mala Celalettîn Can, Berdevkê Hewldana 78an û Endamê Meclîsa Partiyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û ew desteser kirine. Can birine Qereqola Polîsan a Atakoya Stenbolê.
Nîmet Tanrikûlû, hevjîna Canî ji bianetê re got ku polîs li malê digerin. Tanrikûlûyê diyar kir ku par di dema serdegirtinê de polîsan dest danîbûn ser komputera wî, ji ber wê ew bê komputer bû. Lê digel ne ya wî ye jî, polîsan vê carê jî dest danîn ser komputera li malê.
Celalettîn Can 7ê Sibata 2018ê di encama serdegirtina mala xwe de hatibû desteserkirin. 14 rojan desteserkirî mabû û hatibû girtin. Heta 27ê Hezîrana 2018ê li Girtîgeha Silivriyê hatibû girtin.
Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê ferman daye
Nîmet Tanrikûlûyê derbarê bûyerê de wiha got:
“Ekîbek destê sibehê hat. Diyar kirin ku Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê ferman daye û ew ji hêla Serdozgeriya Komarî ya Bakirkoyê ve hatine şandin.
“Berê jî polîsan lêgerîn li nava kiribûn, her tişt hatibû qeydkirin. Lê niha dîsa lêgerîneke berfireh tê kirin. Digel komputera li malê ya min e, dest danîn ser. Di dema lêgerînê de parêzer li malê nebû.
“Ekîba duyem a polîsan jî Canî desteser kirin û ew birin Qereqola Atakoyê. Ji bo îfadegirtinê wê wî bi balafirê bibin Îzmîrê.”
Tanrikûlûyê destnîşan kir ku heke ji bo îfadegirtinê bang li wî bikirana wê ew bi xwe biçûya dozgeriyê. (AS/FD)