Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirin û bi sûcê “propagandaya rêxistinê” tên dadkirin, danişîna wan ya li Edliya Stenbolê ya Çaglayanê bi rêve çû.
Îro li sê dadgehan heşt akademisyen hatin dadkirin.
Li 35em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê (DCG) ji Zanîngeha Mêrsînê, Doç. Dr. Metîn Altiok, ji Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Mûrat Kizil, Prof. Dr. Emîne Meşe û Lêkolîner Humeyra Yilmaz, ji Zanîngeha Mûnzûrê lêkolîner Melek Zorlû cara yekem,
Li 23yem DCGyê ji Zanîngeha Bogaziçiyê Doç. Dr. Meltem Toksoz cara sêyem,
Li 25em DCGyê ji Zanîngeha Bilgiyê Dr. M. A. cara sêyem derketin pêşberî dadgehê.
2 sal û mehek cezayê girtinê dane akademisyen M. A.
Li 25em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê heyeta dadgehê, bi tohmeta ku “digel ne endamê rêxistinê ye lê bi zanebûn alîkarî daye rêxistinê” 2 sal û mehek cezayê girtinê li akademisyen M. A birî. Heyetê ev ceza li gorî Xala 314/2 û 220/7 ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) û li gorî Xala 5/1 ya Qanûna Dijterorê (TMK) da. Di biryara xwe de got ku “Ji ber derfeta yasayî nîne ew aşkerekirina biryarê û ceza taloq nakin.”
Çi bûbû?
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 5ê Îlona 2018ê 258 akademîsyen hatine dadkirin. Dadgehan ji bo her yek ji 19 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê dane.
Ji bilî Prof. Dr. Zübeyde Füsun Üstel û Prof. Dr. Büşra Ersanlıyê ji bo wan akademîsyenên dî hikim nehatiye dayin. Dadgehê diyar kiriye “ji ber ku wan daxwaza paşdedana hikmî nekiriye” û “ji ber ku li dadgehê qinaeta nîşan bide ew bêsûc in çênebûye” ji bo wan hikim hatiye dayin.
Alk.Doç. Dr. Esra Mungan, Alk.Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Alk.Doç. Dr. Meral Camcı (31ê adara 2016ê) bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” hatin girtin. Di 22yê Nîsana 2016ê serbest bûbûn.
*Dadgeha Stenbolê salek û sê meh cezayê girtinê da Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgeha Stenbolê salek û şeş meh cezayê girinê da Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh.
*Dadgehê salek û sê meh cezayê girtinê daye Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgehê salek û şeş meh cezayê girinê daye Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh. (TP/FD)