Fotograf: Ajansa Anadolûyê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Amedê aşkere kir ku qedexeya li 23 gund û gundikên navçeya Licê, Hezro û Karaza Amedê hatiye rakirin. Biryara qedexeyê 14ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) hatibû dayîn.
Li gorî daxuyaniya li ser malpera fermî ya Walîtiyê hatiye weşandin, li van navçeyan operasyon qediya ye û qedexe di 15ê Kanûna Paşiyê de rabûye.
Bixwîne- Walîtîya Amedê li 23 gund û gundikan derketina derve qedexe kiriye
Malpera walîtîyê navên tirkî yên gund û gundikên lê qedexe hatî îlankirin weşandiye.
Gund û gundikên navçeya Licê:
Serince, Kayacık, Uçarı, Ziyaret, Esenler, Ortaç, Yalaza, Çavundur, Dolunay, Bağlan, Kabakaya, Kutlu û Oyuklu
Gund û gundikên navçeya Hezroyê:
Gözebaşı, Sarıerik, Meşebağları, Kavaklıboğaz, Kırmataş, Terdöken, Çitlibahçe, Dadaş û Ormankaya.
Gundê navçeya Karazê: Boyunlu û gundikên girêdayî wê.
Qedexeya derketina derve
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê(TIHV) eşkere kiriye ku ji 16ê meha heştem(Tebax) a 2015ê heta 1ê meha yekem(Kanûna Paşiyê) a 2019ê li 11 bajar û 51 navçeyan derketina derve hatiye qedexekirin.
1234 rojan qedexe hatiye îlankirin. Li gor îlanên bi awayekê fermî hatîn eşkerekirin 351 caran qedexe hatiye îlankirin.
Bajarê ku herî zêde qedexe lê hatiye îlankirin bajarê Amedê ye. Ji 16ê Tebaxa 2015ê heta îro yanî di 3 sal, 4 meh û 16 rojan de;
Li Amedê 204 caran, li Mêrdînê 54 caran, li Colemêrgê 23 caran, li Şirnexê 13 caran, li Bilîsê 20 caran, li Mûşê 7 caran, li Bîngolê 7 caran, li Dêrsimê 6 caran, li Êlihê 6 caran, li Elezîzê 2 caran û li Sêrtê 9 caran derketina derve hatiye qedexekirin.
Li gor daxuyaniya TIHVyê mafê ewlehiyê, rêza li jiyana kesane ya malbatan, mafê azadiya rêxistîbûnê, mafê parastina milk û malan, mafê perwerdekirinê, qedexeya sivikkirina qedrên mirovatiyê hatine binpêkirin. (AS/FD)