Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadkirina Berkay Ustabaşî, Sekreterê Giştî yê Komeleya Ciwanên Şoreşger (DGD) û xwendekarê beşa Sosyolojiyê yê Zanîngeha Stenbolê, li 26em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayana Stenbolê berdewam kir.
Ustabaş ji Girtîgeha Tîpa f ya Kirikkaleyê bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBİS) beşdarî danişînê bû.
Dadgehê biryara tehliyekirina Ustabaşî da.
Heyetê her weha ji bo Adil Kayam û Ali Olcayto Ogretmenî, bersûcên girtî jî heman biryar da. Herweha li gorî biryara heyeta dadgehê wê Ustabaş, Kayam û Ogretmen nikaribin derkevin ji derveyî Tirkiyeyê.
Lê ji bo Ozgur Arslan û Hêlîn Boleka girtî, biryara tehliyeyê derneket. Heyetê daxwazên parêzerên bersûcan ên derbarê mutalaayê de qebûl kir û biryar girt ku danişîn 15ê Nîsanê li Kampûsa Girtîgeha Silivriyê berdewam bike. (TP/FD)