Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirin û bi sûcê “propagandaya rêxistinê” tên dadkirin, danişîna wan ya li Edliya Stenbolê ya Çaglayanê bi rêve çû.
Îro li sê dadgehên cida 5 akademisyen hatin dadkirin.
Li 29em Dadgeha Cezayê Giran (DCG) ya Stenbolê ji Zanîngeha Bogaziçiyê Prof. Dr. A. O cara sêyem, ji Zanîngeha Bilgiyê Alk. Doç. Dr. Meltem Yilmaz Şener cara duyem,
Li 24em DCGyê ji Zanîngeha Bilgiyê Dr. Ohannes Kiliçdagi û ji Zanîngeha Mîmar Sînanê Doç. Dr. Sîbel Yardimci cara duyem,
Li 28em DCGyê jî ji Zanîngeha Mîmar Sînanê lêkolîner Çare Olgûn Çalişkan cara sêyem derketin pêşberî dadgehê.
Bersiva Wezaretê nehatiye
Li 29em DCGyê heyeta dadgehê li bendê bû ku derbarê destûra lêpirsînê de Wezareta Dadê bersivê bişîne. Li gorî xala 301ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) ji bo lêpirsîn bê kirin divê Wezareta Dadê destûrê bide.
Lê ji ber ku bersiv ji Wezareta Dadê nehatiye, dadgehê biryar girt ku li bendî bersivê bimînin û dadkirinê Meltem Şener Yilmazê 2yê Gulanê, ya A. O jî 9ê Gulanê berdewam bike.
Li 24em DCGyê jî dadgehê biryar girt ku dosyaya Sibel Yardimciyê û ya akademisyenên din bibin yek dosye û dadkirin 25ê Nîsanê berdewam bike. Di danişîna doza Ohannes Kiliçdagi jî dadgehê daxwaza Sevgî Kalan, parêzera Kiliçdagi qebûl kir ku digot bila îfadeya muwekilê wê li cihê lê ye bê stendin. Dadkirin wê 28ê Gulanê berdewam bike.
Li 28em DCGyê jî Merîç Eyuboglû, parêzera Çare Olgun Çalişkanî ji ber mutalaa dereng ketiye destê wê daxwaz kir ku ji bo lêkolînê dem bê dayîn.
Heyetê ev daxwaz qebûl kir û wê dadkirin 14ê Adarê berdewam bike.
Çi bûbû?
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê "em ê nebin şirîkên vî sûcî" hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê "propagandaya rêxistinê" doz li akademîsyenan vekir.
Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 5ê Îlona 2018ê 258 akademîsyen hatine dadkirin. Dadgehan ji bo her yek ji 19 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê dane.
Ji bilî Prof. Dr. Zübeyde Füsun Üstel û Prof. Dr. Büşra Ersanlıyê ji bo wan akademîsyenên dî hikim nehatiye dayin. Dadgehê diyar kiriye "ji ber ku wan daxwaza paşdedana hikmî nekiriye" û "ji ber ku li dadgehê qinaeta nîşan bide ew bêsûc in çênebûye" ji bo wan hikim hatiye dayin.
Alk.Doç. Dr. Esra Mungan, Alk.Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Alk.Doç. Dr. Meral Camcı (31ê adara 2016ê) bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê "propagandaya rêxistinê" hatin girtin. Di 22yê Nîsana 2016ê serbest bûbûn.
*Dadgeha Stenbolê salek û sê meh cezayê girtinê da Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgeha Stenbolê salek û şeş meh cezayê girinê da Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh.
*Dadgehê salek û sê meh cezayê girtinê daye Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgehê salek û şeş meh cezayê girinê daye Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh. (TP/FD)