Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
TİHV (Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê) Akademiyê di 3yem salvegera daxuyaniya “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” de kurtedîroka pêvajoya ku Akademisyenên Aştîxwaz tê de derbas bune kiriye rapor.
Derbarê mijarê de raporek ji 30 rûpelan pêk tê hatiye amadekirin. Di vê raporê de behsa wê pêvajoyê hatiye kirin ku ji aşkerekirina danezanê dest pê dike û heta îro berdewam dike.
Rapor bi pêşgotina Serdar Tekin, endamê TİHV Akademiyê, dest pê kiriye. Tekîn bi wiha nivîsandiye:
“Rewşa awarte ya zanîngehan bi OHALê (Rewşa Awarte) dest pê nekiriye. Beriya ku Rewşa Awarte di 20ê Tîrmeha 2016ê de bê ragihandin bi 6 meh û 10 rojan yanî sê sal berê weke îro, bi bûyera Akademisyenên Aştîxwaz dest pê kir. Tiştê ku qewimî ‘pogroma akademîk’ bû. Di encama hedefnîşandan û beralîkirina desthilatdariya siyasî, bi hevkariya rêveberên zanîngehan, bi ixbara hin hempîşeyan, bi hişyariya dozger û hêzên asayişê, bi propagandaya reş a di çapemeniyê de û li ser medyaya civakî dihate meşandin û di dawiya dawî de jî bi gefxwarin û tacîza komên nîjadperest/êrîşkar re ji bo bêdengkirin, çewisandin, bêîtibarkirin û ji zanîngehê avêtina Akademisyenên Aştîxwaz kampanyeyek lîncê hate meşandin ku bi mehan berdewam kir.” (TP/FD)