Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî, pêşrapora xwe ya karkerên di dema karî de mirine ya 2018ê aşkere kiriye. Li gorî raporê herî kêm 1923 karker mirine. 67 ji wan zarok bûne.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku ji ber nexweşiya pîşeyî 10 karker mirine.
Herî zêde di meha Tîrmehê de karker mirine
Rapor meh bi meh hejmara karkerên ku mirine jî wiha aşkere kiriye:
Kanûna Paşiyê (Rêbendan) herî kêm 144, Sibat herî kêm 128, Adar herî kêm 130, Nîsan herî kêm 189, Gulan herî kêm 169, Hezîran herî kêm 151, Tîrmeh herî kêm 201, Tebax herî kêm 185, Îlon herî kêm 167, Cotmeh (Çiriya Pêşiyê) herî kêm 179, Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) herî kêm 155, Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) herî kêm 126 karker mirine.
Di sala 2018ê de 119 karkerên jin, 1804 jî karkerên mêr mirine.
Temenê 23 karkeran 14 û berjêrtir, yê 44 karkeran di navbera 15-17yan de, yê 285 karkeran di navbera 18-27an de, yê 944 karkeran di navbera 28-50yî de, yê 371 karkeran di navbera 51-64an de, yê 98 karkeran jî 65 û berjortir bûye.
Her weha temenê 158 karkeran nehatiye zanîn.
110 karkerên penaber/koçber mirine
Di heman salê de 110 karkerên penaber/koçber mirine. Li gorî vê;
48 karkerên ji Sûriyeyê, 28ê Afganîstanê, 5ê Azerbaycanê mirine.
Yên din wiha ne:
Iraq, Pakistan, Turkmenistan: 4
Gurcistan: 3
Îran, Rûsya û Ûkrayna: 2
Hindistan, Kizgizistan, Macaristan, Nîjerya, Ozbekistan, Romanya, Tacikistan û Zîmbabve: 1
Bajar bi bajar hejmara karkerên mirine
Li 81 bajarên Tirkiyeyê û li derveyî Tirkiyeyê karker mirine.
Li Stenbolê 226 karker, li Kocaeliyê 81 karker, li Manîsayê 70 karker, li Bûrsayê 69 karker, li Antalyayê 68 karker, li Îzmîrê 66 karker, li Enqereyê û Aydinê 56 karker, li Dîlokê 50 karker, li Edeneyê 48 karker, li Denîzliyê 45 karker, li Konya û Rihayê 43 karker, li Samsûnê 39 karker, li Mêrsîn û Sakaryayê 35 karker, li Balikesîr û Tekîrdagê 33 karker, li Zongûldakê 31 karker, li Hatay û Mûglayê 29 karker, li Çorûmê 27 karker, li Kutahya û Trabzonê 25 karker, li Semsûr, Elezîz û Sêwazê 23 karker, li Bolû û Kastamonûyê 22 karker, li Mereşê 21 karker, li Karabuk û Mêrdînê 20 karker, li Amed û Kayseriyê 19 karker, li Eskîşehîr û Osmaniyeyê 18 karker, li Ordûyê 17 karker, li Çanakkale, Duzce û Meletiyê 16 karker, li Ispartayê 15 karker, li Bûrdûr, li Nîgde û Şirnexê 14 karker, li Aksarayê 13 karker, li Afyon, Artvîn, Bartin, Gîresûn û Rîzeyê 11, li Bedlîsê 10, li Erzîngan, Erzerom, Colemêrg, Qers, Sêrt, Ûşak, Tokat û Wanê 9, li Edîrne û Kirşehîrê 8, li Bîlecîk, Îdir, Kirikkale û Kirklareliyê 7, li Amasya, Ardahan, Karaman û Sînopê 6, li Êlih, Gumuşhane û Nevşehîrê 5 û li Yalovayê jî 4 karker mirine. (PT/FD)