Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî hewildana derbekirinê hin leşkerên Artêşa Tirkiyeyê reviyabûn û çûbûn Yewnanistanê/Yûnanistanê.
BIXWÎNE: Heşt leşker bi helîkopterê çûn Yûnanîstanê
Îro ew leşkerên reviyayîn û komek leşkerên hevkarên wan hatine dadkirin.
Li gor nûçeyên Ajansa Anadoluyê, dozgerê dozê xwestiye yek ji bersûcan 2 caran cezayê girtina mûebedê bistîne. Dozgerî ji 9 bersûcan jî carekê cezayê girtina mûebed ya zehmetkirî xwestiye.
Heşt bersûc reviyane Yûnanistanê dozgerî xwestiye dosyeya wan ji ya wan bersûcên dî bê cidakirin.
Çi bûbû?
Di 15ê tîrmehê de, dema hewildana derbekirinê hat kirin, helîkoptereka ku heşt leşkerên hewil dabûn derbeyê bikin dadabû ser axa Yûnanîstanê.
Wezîrê karên derve, Mevlûd Çavûşoglûyî li ser hesabê xwe nivîsîbû ku wan ji Yûnanîstanê daxwaza dayina wan leşkeran kiriye.
Serokerkaniya Leşkerî ya Yûnanîstanê diyar kiribû ku helîkoptereka leşkerî dadaye balafirgeheka wan û ew plan dikin demildest leşkeran teslîm bikin.
(AO/MB)