Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Du lîstikvanên fîlman û şanolîzên navdar Metin Akpinar û Mujdat Gezen duhî beşdarî bernameyeka Halk TVyê bûne, ji ber axiftinên wan ên di wê bernameyê de îro polîsan ew birine dadgehê.
Polîsên sivîl çûne mala wî
Li gor nûçeya Hurriyet.comê serê sibeyê polîs çûne mala Metin Akpinarî, ew ji mala xwe derketiye û bi tirimbêla xwe çûye dadgehê. Li ser pirsa rojnamegeran wî gotiye ew ê îfadeyê bide dozgeriyê.
Akpinarî ji oda TVyê re gotiye:
“Hin beşên axiftinên me di medyayê de cih girtiye. Beşên hatîn hilbijartin rê dide xelet bê fêmkirin. Çêdibe ku serokkomarê me ji ber wê gotibe ‘hûn ê vî hesabî bidin.’ Li ser vê yekê jî dozgeriyê doz vekiriye.”
“Welatperwer im”
Mujdat Gezenî gotiye:
“Ez ê biçim dadgehê û ez ê îfadeyê bidim. Lê ez hesabê welatperweriya xwe nadim ti kesan Recep Tayyip Erdogan jî tê de...”
(HA)
Wêne: Ali Cevahir Aktürk / AA