Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirin û bi sûcê “propagandaya rêxistinê” tên dadkirin, danişîna wan ya li Edliya Stenbolê ya Çaglayanê bi rêve çû.
Duh (20ê Kanûna Pêşiyê ya 2018ê) li pênc dadgehên cida heft akademisyen hatin dadkirin.
Li 29em Dadgeha Cezayê Giran (DCG) ji Zanîngeha Mîmar Sînanê Doç. Dr. Ahmet Altinel cara duyem derket pêşberî dadgehê û piştî dadkirinê, heyeta dadgehê biryar girt ku dadkirin 2yê Nîsana 2019ê berdewam bike.
Li 32yem DCGyê ji Zanîngeha Yildiz Teknîkê Lêkolîner Gulay Kiliçaslan cara sêyem, Lêkolîner Omer Çelebî cara duyem derket pêşberî dadgehê. Heyeta dadgehê biryar girt ku dadkirina Kiliçaslan û Çelebiyî 11ê Nîsana 2019ê berdewam bike.
Li 26em DCGyê ji Zanîngeha Mûnzûrê Alk. Doç. Dr. Bayram Guneş cara yekem derket pêşberî dadgehê û dadgehê piştî dadkirinê biryar girt ku dadkirina 19ê Adara 2019ê berdewam bike.
Li 25em DCGyê ji Zanîngeha Bilgiyê Alk. Doç. DR. Alper Akyuz û Dr. M. A. cara duyem derketin pêşberî dadgehê. Dadgehê biryar girt ku dadkirina M. A. 16ê Kanûna Paşiyê (Rebendan) a 2019ê berdewam bike. Dadkirina Akyuzî jî wê 10ê Kanuna Paşiyê ya 2019ê berdewam bike.
Li 27em DCGyê jî ji Zanîngeha Bogaziçiyê Alk. Doç. DR. Mûrat Koyûncû hat dadkirin. Heyeta dadgehê biryar girt ku dadkirin 19ê Adara 2019ê berdewam bike.
Çi bûbû?
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 5ê Îlona 2018ê 258 akademîsyen hatine dadkirin. Dadgehan ji bo her yek ji 19 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê dane.
Ji bilî Prof. Dr. Zübeyde Füsun Üstel û Prof. Dr. Büşra Ersanlıyê ji bo wan akademîsyenên dî hikim nehatiye dayin. Dadgehê diyar kiriye “ji ber ku wan daxwaza paşdedana hikmî nekiriye” û “ji ber ku li dadgehê qinaeta nîşan bide ew bêsûc in çênebûye” ji bo wan hikim hatiye dayin.
Alk.Doç. Dr. Esra Mungan, Alk.Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Alk.Doç. Dr. Meral Camcı (31ê adara 2016ê) bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” hatin girtin. Di 22yê Nîsana 2016ê serbest bûbûn.
*Dadgeha Stenbolê salek û sê meh cezayê girtinê da Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgeha Stenbolê salek û şeş meh cezayê girinê da Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh.
*Dadgehê salek û sê meh cezayê girtinê daye Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgehê salek û şeş meh cezayê girinê daye Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh. (TP/FD)