Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêxistina Efûyê daxuyaniyek derbarê biryara dadgeha Stenbolê de belav kiriye ku 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci û 2 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Prof. Dr. Gençay Gursoyî biriye.
Ji ber belavoka “Em ê nebin şirîkê vî sûcî” îmze kiribûn, bi tohmeta “propgandaya rêxistina terorê” doz li Fincanci û Gursoyî hatibû vekirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku, 37emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê piştî mitaleaya dozgeriyê delîlên din xistine dosyaya Korûr-Fincanci û Gursoyî û wiha hatiye gotin: “Raporeke zanistî û ew belgeyên ku ne sûc in, ji herkesî re vekirî ne û di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de ne, ji bo zêdekirina cezayî bûne hincet”.
Gardner: Tirkiye divê Korûr-Fincanciyê biparêze
Andrew Gardner, Rêveberê Lêkolîn û Stratejiyê Li Ser Tirkiyeyê yê Rêxistina Efûyê wiha gotiye:
“Ne sûc e ku binpêkirina mafên mirovan rapor bikin, ji medyayê re behsa binpêkirina mafên mirovan bikin.
“Digel ku ne sûc e ji ber vê cezakirina Fincanciyê nayê qebûlkirin.
“Li dijî vê, rayedarên Tirkiyeyê li gorî mueyideyên xwe yên navnetewî, divê mafparêzên weke Fincanciyê biparêzin, heta berpirsiyar in ku ji bo kesên wiha karên xwe karibin baş bikin ji wan re şert û mercên guncav çêbikin.
Çi bûbû?
Seroka Wekfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Prof. Dr. Sebnem Korur Fîncanci jî yek ji wan akademîsyenan e. Îmzekirina rapora Cizîrê jî ji bo Fîncanciyê wek sûc hatiye nîşandan. Dadgeha Cezayên Giran a 37. a Stenbolê 2 sal û 6 meh cezayê girtinê daye Korur Fîncanciyê.
Rêxistinên mafên mirovan(TİHV, İHD, İTO) îro diyar kirine kuçêkirina Rapora Cizîrê ne sûcek e, giliya sûcekê ye ku hatiye kirin.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz li akademîsyenan vekiribû.
Li gor biryarên dadgehan, her yek ji 58 akademîsyenan sal û 3 meh, her yek ji sê akademîsyenan salek û 6 meh û akademîsyenekê 2 sal û 3 meh cezayê girtinê standiye.
Li Cizîrê çi bûbû?
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 14ê Kanûna Pêşiyê ya 2015ê hîn dema qedexeyên derketina derve berdewam dikir, Efkan Ala, Wezîrê Navxweyî 11ê Sibata 2016ê aşkere kir ku Cizîrê operasyonên dorpêçkirinê bi dawî bûne. Lê qedexeyên li Cizîrê 2yê Adara 2016ê hate aşkerekirin ku wê di saetên êvarê de berdewam bikin. Heta 2yê Adarê ketin û derketina nava bajêr hate qedexekirin.
Piştî li taxên Cûdî û Sûrê yên Cizîrê qedexe bi dawî bû, 25 jê yê zarokan, cesedê 177 kesan hatin derxistin ku piraniya wan di nava xirbeyên 3 avahiyan de bûn. Nasnameya 103 kesan hate diyarkirin lê 74 kes bêyî ku nasnameyên wan bên diyarkirin, hatin binaxkirin. Hat diyarkirin ku 189 kes mirine.
Dadkirina akademîsyenên aştîxwaz
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 5ê Îlona 2018ê 258 akademîsyen hatine dadkirin. Dadgehan ji bo her yek ji 19 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê dane.
Ji bilî Prof. Dr. Zübeyde Füsun Üstel û Prof. Dr. Büşra Ersanlıyê ji bo wan akademîsyenên dî hikim nehatiye dayin. Dadgehê diyar kiriye “ji ber ku wan daxwaza paşdedana hikmî nekiriye” û “ji ber ku li dadgehê qinaeta nîşan bide ew bêsûc in çênebûye” ji bo wan hikim hatiye dayin.
Alk.Doç. Dr. Esra Mungan, Alk.Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Alk.Doç. Dr. Meral Camcı (31ê adara 2016ê) bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” hatin girtin. Di 22yê Nîsana 2016ê serbest bûbûn.
*Dadgeha Stenbolê salek û sê meh cezayê girtinê da Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgeha Stenbolê salek û şeş meh cezayê girinê da Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh.
*Dadgehê salek û sê meh cezayê girtinê daye Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgehê salek û şeş meh cezayê girinê daye Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh. (EKN/FD)