Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirin û bi sûcê “propagandaya rêxistinê” tên dadkirin, danişîna wan ya li Edliya Stenbolê ya Çaglayanê bi rêve çû.
Danişîna 10 akademîsyenan li çar dadgehên cûda bi rêve çû:
Li 28em Dadgeha Cezayê ya Giran a Stenbolê (DCG), ji Zanîngeha Bilgiyê Alk. Doç. Dr. Başak Tug Onaran cara duyem, ji Zanîngeha Yildiz Teknîkê Gulçîn Karabag cara sêyem,
Li 32em Dadgeha Cezayê ya Giran a Stenbolê (DCG),ji Zanîngeha Teknîka Stenbolê Doç. Dr. Ahmet Atil Aşici û dersdêr Dîdem Çinar, ji Zanîngeha Yildiz Teknîkê Doç. Dr. Tuba Kiyan cara sêyem, ji Zanîngeha Stenbolê Doç. Dr. Ayten Alkan cara pêncem,
Li 24em DCGyê, ji Zanîngeha MSGSê Alk. Doç. Dr. E.A.T cara duyem,
Li 9em DCGyê, ji Zanîngeha Bogaziçiyê Alk. Doç. Dr. Murat Yilmaz û Alk. Doç. Dr. Îbrahîm Yaman cara sêyem, ji Zanîngeha Dogûşê Alk. Doç. Dr.Aslı Vatansever cara duyem hatin darizandin.
Akademisyenekê ceza xwar
28em DCGyê bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” salek û sê meh da Gulçîn Karabag ê.
Çi bûbû?
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 5ê Îlona 2018ê 258 akademîsyen hatine dadkirin. Dadgehan ji bo her yek ji 19 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê dane.
Ji bilî Prof. Dr. Zübeyde Füsun Üstel û Prof. Dr. Büşra Ersanlıyê ji bo wan akademîsyenên dî hikim nehatiye dayin. Dadgehê diyar kiriye “ji ber ku wan daxwaza paşdedana hikmî nekiriye” û “ji ber ku li dadgehê qinaeta nîşan bide ew bêsûc in çênebûye” ji bo wan hikim hatiye dayin.
Alk.Doç. Dr. Esra Mungan, Alk.Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Alk.Doç. Dr. Meral Camcı (31ê adara 2016ê) bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” hatin girtin. Di 22yê Nîsana 2016ê serbest bûbûn.
*Dadgeha Stenbolê salek û sê meh cezayê girtinê da Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgeha Stenbolê salek û şeş meh cezayê girinê da Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh.
*Dadgehê salek û sê meh cezayê girtinê daye Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgehê salek û şeş meh cezayê girinê daye Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh. (TP/AY/MB)
*Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.