Dadgeheka Îdirê 2 sal cezayê girtinê daye Ertugrul Kurkçuyî
![Dadgeheka Îdirê 2 sal cezayê girtinê daye Ertugrul Kurkçuyî](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/203/666/original/ertugrul-kurkcu.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Cezayên Giran a Îdirê, ji ber axiftineka Ertugrul Kurkçuyî 2 sal cezayê girtinê daye wî. Serokê rûmetê yê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Ertugrul Kurkçu sala 2016ê di şahiyên Newrozê de axivîbû û dadgeha navborî doz lê vekiribû.
Bixwîne - Dadgeheka Stenbolê ji bo Kurkçu û Tanalî biryara beraetê daye
Piştî dadkirinê Ertugrul Kurkçûyî ji bianetê re diyar kir ku dadgehê cezayê kêm bi awayekê zehmetkirî(giran) daye. Herweha Kurkçuyî diyar kir dadgehê eşkere kiriye ji ber ew ne poşman e û meyla wî ya kirina wî sûcî heye dadgehê biryara dayina cezayî daye.
Girêdayî dadgeha bilin e
Heke dadgeha bilind dayina wî cezayî pesend(qebûl) bike, Kurkçû dê ji ber wê axiftina xwe biçe girtîgehê.
Dema doz hatî vekirin Kurkçû wekîl bû, ji ber wê dozgerî fezlekeyek ji bo parlamentoyê şandibû û xwestibû parêzbendiya wî bê rakirin.
Sê axiftin, du doz
Herweha Kurkçû 2012, 2015,2015ê li bajarên Mêrdîn û Amedê jî axivîbû û ji ber hersê axiftinên wî du doz li wî hatibûn vekirin.
(HK/MB)
DMMEyê biryara xwe ya derbarê jêrzemînên Cizîrê de aşkere kiriye
![DMMEyê biryara xwe ya derbarê jêrzemînên Cizîrê de aşkere kiriye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/205/285/original/cizîr.jpg)
Stan Lee: Çêkerê Spider Man, X-Men, Hulk, Thor û Iron Man miriye
![Stan Lee: Çêkerê Spider Man, X-Men, Hulk, Thor û Iron Man miriye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/202/567/original/stan_lee.jpg)
Polîsan êrîşî çalakiya Dayikên Şemiyê kir
![Polîsan êrîşî çalakiya Dayikên Şemiyê kir](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/200/207/original/anneee1.jpg)
Danberheva rêjeya dengên 5 partiyan yên di herdu hilbijartinên dawiyê de
![Danberheva rêjeya dengên 5 partiyan yên di herdu hilbijartinên dawiyê de](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/198/701/original/ana_syf.jpg)
Pirtûka me ya destan a bi navê Nûçegihaniya Zayenda Civakî derket
![Pirtûka me ya destan a bi navê Nûçegihaniya Zayenda Civakî derket](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/198/641/original/510_krd_(1).jpg)