Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadkirina karkerên balafiraxneya 3yem duh (5ê Kanûna Pêşiyê/Berfanbar) li 14em Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Gazîosmanpaşayê dest pê kir. Karkeran ji ber şert û mercên xirab ên karî û mirina karkeran a li ser karî li înşaeta balafirxaneya 3yem çalakiya protestoyî kiribûn û di encamê de karker hatibûn desteserkirin. 31 jê girtî li 61 karkeran doz hatibû vekirin.
Bixwîne - Serokomarî: Di nava 5 salan de li avahiya balafirxaneya 3yem, 52 karker mirine
Ji ber ku cih li salona edliyeyê nebû, dadkirina karkeran li xwaringeha edliyeyê çêbû. Parêzerên karkeran daxwaz kirin ku demildest biryara beraetê bê dayîn. Lê dadwerê demkî yê dadgehê Ayhan Ardûçî ev daxwaz qebûl nekir. Dadgehê li paraznameyên karkerên girtî û yên ne girtî guhdar kir. Li gel xizmên karkeran, parlamenter, nûnerên saziyên sivîl û rojnamegeran jî li dadgehê amade bûn û danişîn şopandin.
Danişîn diviya saet 09.30 deqîqeyên sibehê dest pê bikira lê saet di 11.20 deqîqeyan de dest pê kir. Heyeta dadgehê 30 jê girtî, heft jê jî ne girtî bi giştî li paraznameya 37 karkeran guhdar kir. Dadgehê piştî vê biryara xwe ya demkî aşkere kir.
Bixwîne - Şeş karkerên girtî yên balafirxaneya sêyem, hatine berdan
Dadgehê biryar girt ku ji 31 karkerên girtî, 30 karker bên tehliyekirin û ji bo wan her weha biryara kontrola edlî derxist. Ji ber ku îfadeya Serhat bilici, karkerê girtî nehatiye standin, dadgehê ew tehliye nekir.
Dadkirin wê 20ê Adara 20193e saet di 09.00ê de berdewam bike. (HA/FD)