Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parlamenterê HDPyê yê Wanê Tayîp Temelî rewşa girtiyên li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Beşikduzuya Trabzonê biriye rojeva Parlamentoyê.
Temelî diyar kiriye, “li girtîgehên ku girtiyên siyasî lê hene, gardiyan wan tamîmên ji Wezaretê tên şandin dikin hincet û pêkanînên rûmetşikandinê li hemberî girtiyan dikin”.
Temelî bal kişandiye ser wan nûçeyan ku dibêjin girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Beşikduzuya Trabzonê rastî îşkenceyê tên û wiha gotiye: “Girtî li malbatên xwe digerin û dibêjin ku ew di saetên sibê û êvarê de rastî pêkanînên xerab tên û pêdiviyên wan ên mirovî yên bingehîn nadin wan”.
Gelo wê lêpirsîn li ser gardiyanan bê dest pê kirin?
Temelî ji bo Abdulhamit Gul bibersivîne ev pirs kiriye:
* Agahiya we ji wan binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T ya Beşikduzuyê heye?
* Ji bo lêkolînê bike gelo wê Wezareta we mifetişan bişîne?
* Derbarê van binpêkirinên ku li girtîgehê berdewam dike Wezareta we wê çi gavên bilez bavêje?
* Di serî de mafên jiyinê ji bo dabînkirina hemû maf û azadiyên girtiyan wê Wezareta we çi gavan bavêje?
* Wê ti lêpirsîn li ser wan gardiyanan vebe ku tê îdiakirin maf binpê kirine?
* Li ser daxuyaniyên İHDyê û yên di çapemeniyê de derdikevin ên ku dibêjin, li Tirkiyeyê piştî Rewşa Awarte li girtîgehan îşkence û binpêkirina mafan di bin çavdêriya rêveberên girtîgehan pêk tê, gelo Wezareta we ti lêpirsîn daye dest pê kirin?
Dozgerî: Li gorî standartên YEyê ye
Derbarê mijarê de Serdozgeriya Komarî ya Trabzonê daxuyaniyek belav kiriye û gotiye girtî “bi îdiayên bêbingeh yên ku dibêjin îşkenceyê dibînin û şert û mercên girtîgehê nebaş in, dixwazin bala medya û raya giştî bikişînin ser xwe”.
Dozgeriyê her weha gotiye ku Girtîgeha Tîpa T ya Beşikduzuyê di Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2018ê de vebûye û li gorî standartên Yekîtiya Ewropayê (YE) ye. (AS/FD)