Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP), Ali Şeker di derbarê mirinên ku di avahiya balafirxaneya 3yem de çêdibe, daxwaza wergirtina zanyariyan li Navenda Ragihandina Serokomariyê (CİMER) kiribû û bersiva wê daxwazê hatiye dayîn.
Bersiv ji aliyê Navenda Ewlehiya Civakê ve hatiye dayin û dibê di nava salên 2013 û 2018 an de li avahiya balafirxaneya 3yem, 52 karker mirine.
Li gor bersivdayina Serokatiya Kontrolkirinê û Rêberiyê ya Wezareta Malbat, Kar û Xizmetên Civakê jî avahiya balafirxaneya 3yem 22 caran hatiye kontrolkirin. Ji vana 2 bi bername, 3 ji ber qezayên karî û 17 jî di encama gilî û gazinan de bûye.
Di encama van kontrolkirinan de ji 74 fîrmayan re bi giştî 2 milyar 733 milyon û 379 lîre pêşniyara cezaya pare ya îdarî hatiye kirin.
Wezîr Turhan gotibû 30 karker mirine
Daxuyaniya ku di roja 13 Sibata 2018 an de ji aliyê Wezareta Xebat û Ewlekariya Civakî ve hatibû dayîn de mirina 27 karkerî hatiye destnişan kirin.
Wezîrê Guhestinê û Binesaziyê, Cahît Turhan di roja 6ê Çiriya Paşiyê ya 2018an de gotiye; ji destpêkirina kar heta niha li avahiya balafirxaneya 3yem hejmara karkerên ku mirine 30ye.
Li gor zanyariyên ku Meclisa Tendurustiya Karkeran û Ewlehiya Karî bi dest xistiye, di nava 3 salan de li avahiya balafirxaneya 3yem 38 karker mirine. (TP/AY/FD)
*Abdulselam Yildirim ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.