Ji bo nûçeya tirkî / ingilizî bitikîne
Bi sedema ku wê operasyonên leşkerî çêbibin, li 37 gund û gundikên navçeya Hênê û Licêya Amedê, derketina derve hatiye qedexekirin.
Walîtiya Amedê biryara qedexeyê li ser malpera xwe ya fermî aşkere kiriye û biryar ji duh (2yê Kanûna Pêşiyê/Berfanbar) saet 06.00ê sibehê de dest pê kiriye. Walîtiyê biryar li gorî Qanûna Birêveberina Bajaran a hejmar 5442yê stendiye.
Gund û gundikên qedexe lê hatiye ragihandin ev in:
Navçeya Hênê: Kaledibi, Akçayurt, Topçular, Y.Turalı, Kalaba, Uzunlar, Serenköy köyleri ve Başaklı, Güzelce, Taşburun, Karapilyari, Mezartarlası, Sıraevler, Horsel, Çay, Damlatepe, Uysal, A.Turalı, Gürbulak mezraları,
Navçeya Licê: Şenlik, Birlik, Abalı, Erginköy, Tuzlaköy, Çeper, Daralan ve Duruköy köyleri ile Elmadere, Ağılçık, Akçapınar, Ayaz, Şakan, Boyluca, Dahlık, Alikahya, Hacımusabey ve Kutlamış mezraları.
194 caran biryara qedexeyê li Amedê hatiye standin
Navenda Dokumantasyonê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) aşkere kiriye ku ji 16ê Tebaxa 2015ê heta 1ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) ya 2018ê bi giştî li 11 bajaran û herî kêm li 50 navçeyan kêmanî 332 caran biryara qedexeya derketina derve hatiye standin. 16ê Tebaxa 2015ê weke dîroka destpêka biryarên qedexeyê ya bêdem e.
Beriya ku biryarên qedexeyê bên standin, li gorî hejmara 2014ê li deverên ku qedexe lê hatine ragihandin, herî kêm milyon û 809 hezar kes dijiyan.
Bi biryara qedexeyê ya îro re, li Amedê 194 caran biryara qedexeyê hatiye ragihandin. (HA/AY/FD)
*Abdulselam Yildirim ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.