Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
9emîn Rojên Belgefîlmên Mafên Mirovan a ji aliyê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THİV) û Civata Xebatên Ragihandinê ve bi alîkariya Navenda Çanda Fransayê re hatiye sazkirin, wê di 5ê Kanûna Pêşiyê de destpê bike.
Rojên Belgefilman wê heta 8ê Kanûna Paşiyê berdewam bike. Ji ber ku îsal 70emîn sala qebûlkirina Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî ye bername di vê çarçoveyê de hatiye amadekirin.
Hefteya Mafên Mirovan a ku ji aliyê Neteweyên Yekgirtî (NY) ve hatiye qebûlkirin di navbera 10-17ê Kanûna Pêşîyê de tê pîrozkirin.
Bi bernameya îsal re tê armancakirin ku “balê bikişînin ser pirsgirêkên gelek cida, yên derbarê mafên mirovan de li Tirkeyê û li cîhanê”.
Di 9emîn Rojên Belgefîlmên Mafên Mirovan de film û mijarên wan weha ne:
“Komkujiya ku di 10ê Çirîya Pêşiyê de li pêş Gara Enqereyê pêkhati bû, cihêkariyên ku êzidî rû bi rû dimînin, jiyana Yaşar Kemal û berdewam bûna tekoşîna gera dayikên ku ji bo zarokên xwe yên di dema desteserkirinê de winda bûye.”
Weke her sal, îsal jî piştî nîşandana hin belgefilman wê gotûbêj li ser wan filman bên çêkirin û nîşandan hemû belgefilman wê bê pere be. (AS/AY/FD)
Ji bo agahiyên berfirehtir bitikîne
*Abdulselam Yildirim ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.