Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şahîn Onerê 19 salî yê ku li Amedê di encama lêdana wesayîta zirxkirî ya leşkerî de mirîbû, duh 29ê Çiriya Pêşiyê danişîna doza wî pêk hatiye. Ji aliyê dadgehê ve saeta danişînê di berê de hatibû diyarkirin lê danişîn piştî vê, bi 5 saetan dest pê kiriye û 10 xulekan domandiye.
1em Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, biryar girtiye ku 8ê Sibata 2019an saet di 19.00ê de, bi beşdariya hemû şahîd, bersûc û lijneya pisporan ve li cihê bûyerê lêkolîn bê kirin. Herweha di heman biryarê de ferman daye ku hêzên asayişê li cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê bistînin.
Dadgeh wê piştî lêkolîna li cihê bûyerê encamê binîrxîne. Dadgeh wê 14ê Adara 2109ê berdewam bike.
Çi bûbû?
Di 10ê Sibata 2013ê de li taxa Şehitlikê ya Amedê, xwendekarê lîseyê yê bi navê Şahin Onar di xwenîşandanekê de mir.
Walîtîya Amedê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dema wî dixwest teqemeniyekê biavêje di destê wî de teqiyaye.
Serdar Çelebiyê parêzer ji bianetê re eşkere kiribû ku li gor raporên Tiba Edlî Onar ne bi teqemeniyê lê bi lêdana tiştekê hişk miriye.
Şahidên bûyerê li dadgehê diyar kiribûn ku wesayiteka zirxkirî li Onerî daye. (AS/AY/FD)
*Abdulselam Yildirim ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.