Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn têne dadkirin. Duh (29ê Çiriya Paşiyê/Mijdar/Sermaweza 2018ê) neh akademisyen li şeş dadgehan hatin dadkirin.
Li 24em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê (DCG), ji Zanîngeha Mîmar Sînanê Alk. Doç. Dr. Ozlem Guçlu cara duyem,
Li 25em DCGyê Doç. Dr. Yildirim Şenturk cara duyem, Alk. Doç. Dr. Gevher Gokçe cara yekem,
Li 28em DCGyê ji Zanîngeha Mîmar Sînanê lêkolîner Onûr Baysal cara sêyem,
Li 29em DCGyê ji Zanîngeha Mersênî Doç. DR. Serdar Ûlaş Bayraktar cara yekem,
Li 36em DCGyê ji Zanîngeha Arelê Alk. Doç. DR. Ûmût Şah û Dr. Efe Arik û ji Zanîngeha Kadîr Hasî Alk. Doç. Dr. Reyda Ergun cara sêyem,
Li 37em DCGyê jî ji Zanîngeha Stenbolê Prof. Dr. Ayşe Hûrî Ozdogan cara sêyem derketin pêşberî dadgehê.
Ceza li akademisyenekî hate birîn
Ji Zanîngeha Mîmar Sînanê Onûr Baysal û parêzerê bi hinceta ku wê nikaribin beşdarî danişînê bibin, daxwazname ji dadgehê re şandine. Digel vê rewşê jî dadgehê daxwaza wan qebûl nekir.
Heyeta dadgehê bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” li gorî Xala 7/2yê ya Qanûna Dijterorê (TMK) sal û 3 meh ceza li Onûr Baysalî birî.
Heyetê ne li gorî wan esasan tevgeriya ye ku li gorî qanûnê divê bertawan di dema dayîna biryarê de li dadgehê amade be û aşkerekirina biryarê taloq kiriye.
Çi bûbû?
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 5ê Îlona 2018ê 258 akademîsyen hatine dadkirin. Dadgehan ji bo her yek ji 19 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê dane.
Bixwîne - Dozên Akademisyenên Aştîxwaz hatin taloqkirin
Ji bilî Prof. Dr. Zübeyde Füsun Üstel û Prof. Dr. Büşra Ersanlıyê ji bo wan akademîsyenên dî hikim nehatiye dayin. Dadgehê diyar kiriye “ji ber ku wan daxwaza paşdedana hikmî nekiriye” û “ji ber ku li dadgehê qinaeta nîşan bide ew bêsûc in çênebûye” ji bo wan hikim hatiye dayin.
Alk.Doç. Dr. Esra Mungan, Alk.Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Alk.Doç. Dr. Meral Camcı (31ê adara 2016ê) bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” hatin girtin. Di 22yê Nîsana 2016ê serbest bûbûn.
*Dadgeha Stenbolê salek û sê meh cezayê girtinê da Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgeha Stenbolê salek û şeş meh cezayê girinê da Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh.
*Dadgehê salek û sê meh cezayê girtinê daye Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgehê salek û şeş meh cezayê girinê daye Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh. (TP/FD)