Ji bo nûçeya tirkî / ingilizî bitikîne
Walîtiya Amedê ragihandiye ku bi sedema wê opersayon li navçeya Licêyê çêbibe derketina derve li 4 gund û 7 gundikan hatiye qedexekirin.
Walîtiya Amedê biryara qedexeyê li ser malpera xwe ya fermî aşkere kiriye û biryar ji vê sibehê di saet 06.00an de dest pê kiriye. Walîtiyê biryar li gorî Qanûna Birêveberina Bajaran a hejmar 5442yê standiye.
Nehatiya diyarkirin ku wê biryara qedexeyê kengî rabe.
Gund û gundikên ku biryara qedexeyê lê derbas dibin wiha ne:
Gundê Bayirli, Baharlar, Yaprakkoy û Yunluce û gundikê Konuklu, Yeşilburç, Mehmedli, Saxlik, Gonen, Hamzabey û Kumumîrza.
193 caran biryara qedexeyê li Amedê hatiye standin
Navenda Dokumantasyonê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) aşkere kiriye ku ji 16ê Tebaxa 2015ê heta 1ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) ya 2018ê bi giştî li 11 bajaran û herî kêm li 50 navçeyan kêmanî 332 caran biryara qedexeya derketina derve hatiye standin. 16ê Tebaxa 2015ê weke dîroka destpêka biryarên qedexeyê ya bêdem e.
Beriya ku biryarên qedexeyê bên standin, li gorî hejmara 2014ê li deverên ku qedexe lê hatine ragihandin, herî kêm milyon û 809 hezar kes dijiyan.
Bi biryara qedexeyê ya îro re, li Amedê 193 caran biryara qedexeyê hatiye ragihandin. (AS/AY/FD)
*Abdulselam Yildirim ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.