Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Navxweyî aşkere kiriye ku di hefteyekê de parvekirinên 324 hezabên medyaya civakî hatine kontrolkirin û lêpirsînname ji bo 280 kesan hatiye vekirin.
Li gorî daxuyaniya ku di malpera fermî ya Wezaretê de hatiye aşkerikirin, di navbera 12 û 19ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) de bikarhênerên medyaya civakî bi parvekirinên xwe ev sûc kirine:
“Propagandaya ji bo rêxistinên terorî, pesindana wan rêxistinan, eşkereyî diyarkirina têkiliya wan a bi rêxistinên terorî re, xelkê sewqî kîn û nefretê kirin, hewildanên li dijî yekparçetiya dewletê û ewlehiya civakê.”
Di nava mehekê de 11 kes hatine girtin
Li gorî daxuyaniya Sezgîn Tanrikûlû, Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP), meha Çiriya Pêşiyê (Cotmeh, Kewçer) ya 2018ê de ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî, lêpirsînname ji bo 898 kesan hatiye amadekirin. Di vê navberê de 11 kes hatine girtin.
Dolar û manîpûlasyon
13ê Tebaxa 2018ê piştî ku nirxê dolarê Amerîkayê li hemberî pereyê tirkan bilind bû û li Tirkiyeyê nîqaşa krîza aboriyê derket, Midûreyeta Giştî ya Emniyetê aşkere kir ku wan lêpirsîn ji bo 346 hesabên medyaya civakî vekiriye. Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Emniyetê xwediyê van hesaban “manîpulasyonê li ser nirxê dolarî dikin û nêrîneke neyênî çêdikin.” (AS/FD)