Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parêzerên Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê Partiya Demokratî a Gelan (HDP) piştî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), ji bo tehliyeyê muwekilên xwe serî li dadgehê dane.
DMMEyê di biryara xwe de diyar kiribû ku ji bo Selahattîn Demîrtaş bê berdan divê hemû tedbîr bên standin.
Bixwîne - DMME: Divê Tirkiye biryarê pêk bîne, Erdogan: Me eleqedar nake
Demîrtaş ji 4ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2016ê pê de li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê tê girtin.
Di bin daxwaznameya ku pêşkêşî dadgehê hatiye kirin de navê van parêzeran heye: Mahsûnî Karaman, Aygul Demîrtaş Gokalp, Benan Molû, Reyhan Yalçindağ, Ramazan Demîr, Sertaç Bûlûttekîn, Mûrat Arksak, Aydin Erdogan.
Bixwîne - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê: Bila Demîrtaş bê berdan
Parêzeran bi vê armancê serî li 19em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dane û xwestine Selahattîn Demîrtaş bê berdan. (AS/FD)