Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara xwe ya derbarê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de îro aşkere kiriye.
Dadgehê biryar girtiye ku ji bo dawiyê li rewşa girtîtiyê ya Demîrtaşî bîne, divê hemû tedbîr bên standin. Dadgehê her weha 23 hezar Euro cezayê pareyan li Tirkiyeyê birî ye.
Benan Molu û Ramazan Demîr, parêzerên Demîrtaşî ji bianetê re gotin ku “Li gorî vê rewşê divê Demîrtaş demildest bê berdan.”
DMMEyê biryara xwe di çarçoveya Xala 46/1ê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de daye û gotiye heke rewşa girtîtiyê berdewam bike, ev tê wê wateyê ku Tirkiye di çarçoveya xala 46/1ê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de (PMME), berpirsiyariya xwe ya girêdana bi biryarên DMMEyê re binpê dike.
“Mafê hilbijartinê ya serbixwe hatiye binpêkirin”
Parêzeran diyar kirin ku dadgehê wiha biryar daye:
“Dadgehê li gorî xala 3yê ya Protokola Hejmar 1 ya Pêveka Peymanê, biryar daye ku mafê hilbijartina serbixwe yê Selahattîn Demîrtaşî hatiye binpêkirin.
“DMMEyê diyar kiriye ku di biryarên berdewamiya girtîtiyê de, di dema ku daxwazên Demîrtaşî yên tehliyeyê nehatine qebûlkirin de û di biryara redkirinê ya li hemberî serlêdana serbixwe ya li Dadgeha Destûrî de ji bilî hincetên ‘çapkirî’ yên di Qanûna Muhakemeya Cezayan de ti hincet nehatine nîşandan. Her weha kesê serî lê daye hevserokê giştî yê partiyeke muxalif bûye û divê di dema xebatên xwe yên siyasî de di asta bilind de bihata parastin lê ev bi cî nehatiye anîn û di biryarên dadgehan de ev di ber çavan re nehatiye girtin.
“Dadgehê her weha destnîşan kiriye ku bi hincetên rewa nehatiye diyarkirin ku Demîrtaş çima ewqas demeke dirêj girtî maye. Ji ber ku bi awayekî têr û tije hincetên girtîtiya Demîrtaşî nehatine pêşkêş kirin biryar hatiye dayîn ku Fiqreya 3. Ya Xala 5. A Peymanê hatiye binpêkirin.”
“Ji ber sedemên siyasî hatiye girtin”
Parêzer Molû û Demîrî diyar kir ku “DMMEyê biryar girtiye ku Demîrtaş ji ber sedemên siyasî hatiye girtin”:
“DMMEyê cara pêşiyê ye ku li dijî Tirkiyeyê di vê dozê de biryar girtiye û gotiye Xala 18ê ya Peymanê hatiye binpêkirin. Li gorî Dadgehê, bi taybetî di dema kampanyaya du hilbijartinên krîtîk ango referandûm û hilbijartina serokomariyê de biryara berdewamiya rewşa girtîtiyê ya bê hincet a derbarê Demîrtaşî de hatiye dayîn û ev jî tê wê wateyê ku piranîparêzî û birêvebirina nîqaşên siyasî hatine binpêkirin. Ev rewş diyar dike ku ne tenê Demîrtaş hemû sîstema demokratîk di bin xetereyê de ye û ev jî ji bo demokrasiyê pirsgirêkêke cidî ye.”
Ji pênc endamên DMMEyê dadwera ji Tirkiyeyê ya bi navê Işik Karakaş li dijî biryarê derketiye û dengê neyênî daye.
Çi bûbû?
Ji bo Demîrtaş bê tehliyekirin 15ê Gulanê serî li 19em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hatibû dayin lê ev daxwaz li gorî biryara di 21ê Gulanê de hatibû dayin nehatibû qebûlkirin.
Parêzeran li ser vê biryarê serî li 20em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ango serî li dadgeheke bilind daûn lê ev jî di 24ê Gulanê de hatibû retkirin.
Parêzeran 29ê Gulanê ji bo serîlêdana Demîrtaşî di rêza pêşiyê de were gotûbêjkirin 29ê Gulanê serî li Dadgeha Destûrê dabûn.
Ajansa Anadolûyê (AA) 13ê Hezîranê nûçeyek belav kiribû û gotibu ku Dadgeha Destûrê daxwaza tehliyeyê nehatiye qebûlkirin.
HDPyê 14ê Hezîranê daxuyaniyeke nivîskî belav kiribû û diyar kiribû ku dadgehê di çarçoveya Xala 73 ya Rêziknameyê biryara retkirinê daye. Lê ti daxwaza wan a di çarçoveya vê xalê de çênebûye. Wan daxwaz di çarçoveya Xala 68ê de kirine.
Demîrtaşî jî 19ê Hezîranê bi rêya parêzerên xwe gotibû ku “Nûçeyên ku dibêjin Dadgeha Destûrê daxwaza min a tehliyeyê qebûl nekiriye ne rast in. Dadgeha Destûrê hîna serîlêdana tehliyeyê ya parêzerê min gotûbêj nekiriye.” (AS/FD)