Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navenda Afyonê, tê îdiakirin ku dema leşkerê neçar ê bi navê M.Ç. nobet digirt xwe kuştiye.
M.Çyê 20 salî leşkerê neçar bûye. Li gor agahiyên berdest ti kêşeyên wî nebûne. Li gor nûçeya Hurriyetê ji beriya 10 rojan M.Ç. çûye Izmîrê serdana dê û bavên xwe û ji bo îmtihanekê çûye Enqereyê.
Wezîrê Parastinê, Îsmet Yilmazî diyar kiriye ku di salên 2002-2013ê de 1036 leşkeran xwe kuştine.
* Leşkeriya Neçar: Li Tirkiyeyê her mêrê ku dibe 20 salî divê bibe leşkerê dewletê. Ew kesên kêmendam leşkeriyê nakin. Dewlet dema çûna leşkeriyê ji bo xwendekaran bi paş de dide. Leşkeriya dirêj 12 ya kurt 6 meh in.
Leşkeriya bibedel: Dewlet şertên leşkeriya bibedel diyar dike û îlan dike. Ew kesên şertên wan jê digire bedelê pereyî didin. Heke di şertên leşkeriya bibedel de hebe, leşker ji bo demekê kurt diçin leşkeriyê.
(EKN/MB)