Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehê 6 sal û 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li polîs Ahmet Kûşî biriye ku di dema berxwedana Geziyê de li Hatayê Abdûllah Comert bi fîşeka gazê kuştibû û dihate dadgehkirin. Dadgehê di biryara xwe de gotiye ku Ahmet Kûş “bi zanebûn” Comert kuştiye.
Hatîce Can, parêzera malbata Comertî ji bianetê re got, “biryareke wiha ye ku baweriya dadê ya malbat û civakê dihejîne. Em ê ji bo venêrînê ango temyîzê bişînin dadgeha bilind.”
2yem Dadgeha Cezayê Giran a Balikesîrê 14ê Adara 2016ê 13 sal û 4 meh cezayê girtinê li polîs Ahmet Kûşî birî bû. 1em Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind ev biryar bi şûn de şandi bû. Doz dîsa li 2yem Dadgeha Cezayê Giran hatibû dîtin û biryar îro hatiye aşkerekirin.
Tawanbar dîsa nehatiye girtin
Parêzer Hatîce Canê diyar kir ku “Dadgeh li gorî biryara dadgeha bilind tevgeriya ye û di encama dadkirina îro de tawanbar ji ber sûcê “kuştina bi zanebûn” ceza xwar. Cezayê herî bilind hate dayîn lê dadgehê biryara girtinê neda.” (AS/FD)