Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikine
Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê derbarê desteserkirina akademisyen û nûnerên saziyên sivîl de daxuyaniyeke nivîskî belav kiriye.
Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê derbarê operasyonê de daxuyaniyek belav kiriye. Di daxuyaniyê de hatiye îdiakirin ku karsaz Osman Kavalayî çalakî birêxistin kirine û ew fînans kiriye. Kavala zêdetirî salekê ye ku bêyî îdianame derbarê wî de bê amadekirin di girtîgehê de tê girtin.
Di heman daxuyaniyê de hatiye îdiakirin ku ji bo 20 kesên li Stenbol, Edene, Antalya û Mûglayê biryara desteserkirinê hatiye derxistin. Navê 13 kesên ku hatine desteserkirin, hatiye belavkirin. Li gorî îdiaya Midûriyeta Emniyetê Kavala û 20 navên biryara desteserkirinê ji bo wan hatiye derxistin, bi hev re çalakî birêxistin kirine.
Bixwîne - Polîsan akademisyen û xebatkarên saziyên sivîl desteser kirine
* Hatiye tespîtkirin kur Armanca Mehmet Osman Kavala, xwediyê şîrketa bi navê Anadolu Kulturê û endamê Lijneya Rêveber a Weqfa Civaka Zelal ew e ku bûyerên Parka Geziyê yên 27.05.2013ê dest pê kirine, li tevahiya Tirkiyeyê belav bike û li tevahiya welêt kaos û tevliheviyê çêbike û bi bikaranîna tundkariyê re hikûmeta Komara Tirkiyeyê ji holê rake yan jî nehêle wezîfeya xwe bi temamî yan jî qismî asteng bike û bi rêya şîrket û weqfa Anadolu Kultur û Weqfa Civaka Zelal bûyeran organîze bike û wan fînans bike.
* Gumanbarên ku bi awayekî hiyerarşîk têkiliya wan bi Mehmet Osman Kavalayî re heye;
- Hatiye tespîtkirin ku xwestine bûyerên Parka Geziyê kûrtir û berbelavtir bikin û ji bo wê jî li cihê bi navê DEPOyê yê aidî Anadolû Kulturê ye civîn li dar xistine,
- Ji bo berdewamiya bûyerên Parka Geziyê, di bin navê Çalakiyên Bêîtiatiya Sivîl û yên Bêtundkarî de perwerdekar, asankar û çalakvanên profesyonel ji derveyî Tirkiyeyê anîne (Mêrê Rawestiyayî, Mêrê li piyanoyê dide, jina cilsor û hwd),
- Ji bo avakirina medyaya nû kar kirine û bi vê re xwestine ku di medyayên xwe de ji bo berdewamiya pêvajoya Parka Geziyê û bûyerên weke wê bibin rojev, nûçe çêkirine û belav kirine.
- Mehmet Osman Kavala li Ewropayê bi gelek sazî û kesayetiyan re kom bûye û ji bo gaza çavşewitandinê ji Tirkiyeyê re neyê wandin û şandina wê ji bo Tirkiyeyê bê qedexekirin xebitî ye.
Çi bûbû?
Îro (16ê Çiriya Paşiyê, Sermawez, Mijdar) polîsan operasyon birine ser du akademisyenan û xebatkarên saziyên sivîl.
Li gorî zanyariyan di encama operasyonê de li gel Prof. Betul Tanbay akademisyena aştîxwaz a ji Zanîngeha Bogaziçiye û Prof. Tûrgût Tarhanli Dekanê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Bilgiyê, Yîgît Ekmekçî wekîlê serokê lijneya rêveberiya Anadolû Kulturê, Ali Hakan Altinay endamê lijneya heman komeleyê, Asena Gunal koordînatora giştî ya komeleyê, Meltem Aslan Hevdîrektora Navenda Bîrê û midûra giştî ya berê ya Anadolû Kulturê, ji Anadolu Kulturê Bora Sari, Ayşegul Guzel, Hande Ozhabeş, Filiz Telek û Yigit Aksakoglûû produktor Çigdem Mater û Yûsûf Civir hatine desteserkirin. (EKN/FD)