Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kîbrîye Evren rojnamegerek e ku 9ê Çiriya Pêşiyê li Amedê hatibû girtin, ew ê 6ê Kanûna Pêşiyê bê dadkirin.
Dadgeha Cezayên Giran a 5. a Amedê dê bi sûcên “endambûna rêxistinê” û “propagandakirina ji bo rêxistinê” Evrenê dad bike.
Bixwîne - Li Amedê yek jê rojnameger, 13 kes hatine girtin
Dadgehê parvekirinên rojnamegera navborî wek delîlên sûcî nîşan daye.
Çi bûbû?
9ê Çiriya Pêşiyê di encama fermana Serdozgeriya Komarî ya Amedê de, polîsan bi ser malên rojnameger û siyasetmedaran de girtibûn. Di encamê de 121 kes hatibûn desteserkirin. 23 kes piştî îfadeya wan a li Midûriyeta Emniyetê, hatibûn berdan. Duh (11ê Çiriya Pêşiyê ya 2018ê) jî 25 kes piştî îfadeya wan a li Midûriyeta Emniyetê, derxistibûn ber dozgeriyê.
Dozgeriyê Pinar Tekîn serbest berdabû, lê bi tohmeta ku “endamên rêxistinê ne” daxwaza girtina rojnameger Kibriye Evren û siyasetmedar Behçet Îne, Celal Yoldaş, Eda Bazancîr, Hulya Bîçen, Hasret Alp, Sercan Dogan, Aliye Tok, Elîf Harra, Nevriye Çûl, Kûmrû Tokay, Rifat Ronî û Mehmet Temîzyuzî kiriye.
Dadgehê jî ev daxwaz di cî de dî û biryara girtina van navan daye. Her weha biryara berdana Abbas Çelîk, Emrûllah Kaplan, Derya Aslan, Dîdar Çeşme, Dilnaz Ekmekçî, Seher Tumer, Pinar Sakik Tekîn, Selma Metîn, Eylem Ceylan, Turkî Gultekîn, Kadriye Ozcanli û Mehmet Ayî daye.(EMK/MB)
*Me ji bo vê nûçeyê agahiyên di Jin Newsê de nivîsîne.