Wêne: Murat Bayram/bianet, Cizîra Botan,2016
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji beriya sê salan li Cizîrê 189 kes hatibûn kuştin. Orhan Tunç jî yek ji wan kesan bû, malbata wî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) doz li dewleta Tirkiyeyê vekiribû. DMMEyê duhî Tirkiye dad kiriye.
Bixwîne - DMME wê doza jêrzemînên Cizîrê nîqaş bike
Parêzerê malbata Tunç, Ramazan Demirî ji bianetê re got:
“Dadgehê li ser şêweyê operasyonan û hewildanên ji bo sivîl nemirin pirs kirin.”
Demîrî diyar kiriye ku nûnerên Tirkiyeyê bersivên zelal nedane û her behsa xendekan kirine.
Herweha Omer Elçîyî ji ber mafên di wê demê de hatîn binpêkirin doz vekiriye. Neşet Girasun û Erkan Şenses parêzerên wî ne.
Li Cizîrê çi bûbû?
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 14ê Kanûna Pêşiyê ya 2015ê hîn dema qedexeyên derketina derve berdewam dikir, Efkan Ala, Wezîrê Navxweyî 11ê Sibata 2016ê aşkere kir ku Cizîrê operasyonên dorpêçkirinê bi dawî bûne. Lê qedexeyên li Cizîrê 2yê Adara 2016ê hate aşkerekirin ku wê di saetên êvarê de berdewam bikin. Heta 2yê Adarê ketin û derketina nava bajêr hate qedexekirin.
Piştî li taxên Cûdî û Sûrê yên Cizîrê qedexe bi dawî bû, 25 jê yê zarokan, cesedê 177 kesan hatin derxistin ku piraniya wan di nava xirbeyên 3 avahiyan de bûn. Nasnameya 103 kesan hate diyarkirin lê 74 kes bêyî ku nasnameyên wan bên diyarkirin, hatin binaxkirin. Hat diyarkirin ku 189 kes mirine.
(AS/MB)