Leyla Îmretê Xelata Carl von Ossietzkyî standiye

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Lîga Mafên Mirovan ji sala 1962yê ve li ser navê rojnamegerê Alman Carl von Ossietzkyî, xelatê dide mafparêzan. Xelata îsal Leyla Îmret û Ottmar Miles Paulî standiye.
Bixwîne - Dil Leyla li Amsterdamê ye
Lijneya dayina xelatê li ser Îmretê ev gotin nivîsîne:
“Leyla Îmretê ji sedî 83yê dengan standiye û bûye şaredara Cizîrê. Ji bo Cizîr bi ser xwe ve bê û ji zerera şerî xelas bibe wê li ber xwe daye. Lê belê piştî hilbijartina sala 2015ê şerê di navbera tirk û kurdan de dîsa germ bûye. Li Cizîrê derketina derve hatiye qedexekirin. Paşê Îmret ji karê wê hatiye avêtin û ew mecbûr bûye dîsa vegere
Almanyayê.”
Carl von Ossietzky, weşanger û nivîskarekê Alman e. Îmret û Ossietzky dê 16ê Kanûna Pêşiyê xelatê li Berlînê bistînin.
(EMK/MB)
Herdem Merwanî: Hestên xwe û civakê tînim ba hev

Berxwedana ODTUyê di roja heftemîn de ye: 30 kes hatin desteserkirin

Polîsan li Stenbol û Enqereyê bi ser malan de girtin: 22 kes hatin desteserkirin

Wezîrê Navxweyî Yerlîkaya: Hezar û 879 kes hatine desteserkirin, 260 kes jî hatine girtin

Sê rojnameger hatin desteserkirin
