Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Kakerên avakirina Balafirgeha Stenbolê ji bo di şertên mirovane de kar bikin li balafirgehê xwenîşandanek pêk anibû. Cendirme û polîsan karkerên xwe nîşan dayîn desteser kiribû, dozgerekî îdianameyek li ser karkeran amade kiriye û Dadgeha Stenbolê qebûl kiriye.
Bixwîne - AVAKIRINA BALAFIRGEHA 3.Hêzên Ewlehiyê 3 karker desteser kirine
Ji bo avakirina balafirgehê 30 karker mirine
Wezîrê veguhestin û plansaziyê yê Tirkiyeyê, Cahit Turhanî bersiva pirsên rojnamegeran daye û diyar kiriye ku ji bo avakirina Balafirgeha Stenbolê 30 karker mirine.
Bixwîne - Di meha Îlonê de, 157 karker mirine
Meclîsa Saxlemî û Ewlehiya Karî bi raporekê eşkere kiribû ku ji bo avakirina balafirgehê 37 karker mirine.
Çi bûbû?
12 Îlonê servîsa karkeran qeza kiribû, 17 karker di qezayê de birîndar bûbûn. 14ê Îlonê karkeran dest bi xwenîşandanê kiribû. Hêzên ewlehiyê di heman rojê de 401 karker desteser kiribûn. 18ê Îlonê dadgeheka Stenbolê biryara girtina 24 karkeran dabû. Karker hê jî di girtîgehê de ne.
(HA/MB)