Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Neteweyên Yekbûyî îro raporek weşandiye û tê de diyar kiriye lku DAIŞê li Iraqê ya kêm li 200 cihan mirov bi komî bin-ax kirine.
Rêxistina Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMI) û Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li Kerkûk, Selahaddîn, Anbar û Newnovayê li 200 cihan gorên komî tespîd kirine.
Li hin goran gelek zehmet e ku bê diyarkirin ka çend kes bi hev re hatine binaxkirin. Di gora komî ya herî biçûk de termê 8 kesan hatiye dîtin.
Neteweyên Yekbûyî hevpeyvînên bi xizmên wan kesên hatîn kuştin re kiriye û wek vîdeoyekê weşandiye.
(OI/HK/MB)
Çavkanî: ohchr.org