Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komari ya Enqereyê bi tohmeta ku “Dewleta Komarî ya Tirkiyeyê, sazî u dezgehêm dewletê biçûk xistiye” û “pesnê sûcî û sûcdarî daye” lêpirsînname derbarê Nazir Cihangir İslam, parlamenterê Partiya Saadetê (SP) de amade kiriye.
Li gorî daxuyaniya ku Serdozgeriyê belav kiriye, ji ber parvekirinên İslamî yên li ser Twitterê, li gorî Xala 301ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) lêpirsînname hatiye amadekirin.
Li Parlamentoyê axivî bû
İslam 31ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) li Parlamentoyê axivî bû û gotibû ku AKP piştî 15ê Tîrmehê li Yenikapiyê ji HDPyê, di pêvajoya referandûmê de jî ji CHPyê xwe rizgar kiriye û îro dema pêwistî pê çêdibe ew û MHPyê milên xwe didin hev. İslamî wiha berdewam kiriye:
“Hûn qed û qîmetê nizanin, di siyasetê de nankor in. We 15ê Tîrmehê kiriye hincet, hûn hemû muxalifên xwe, yên rastiyê dibêjin, yên zilma we didin ruyê we, tesfiye dikin. Hûn zilmê dikin û zilmkar in. Hûn ebdiyê ji Xwerê re nakin, hûn ebdiyê ji ebdekî aciz re dikin. Nifir ji we re tên. Mirov ji we re dibêjin ‘bila ar di mala wan de nemîne, bila qira wan bê û Xwedê belaya xwe bide wan’.” (TP/FD)