Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li bajarê Stenbolê li taxa Ûraniyeyê axa dora tûnelekê hezaye, du kes li bin axê mane û mirine.
Li gor agahiyên destkeftî tûnel ji bo rêya metroyê dihat çêkirin. Avahiyeka biçûk ji bo karmendên ewlehiyê li ber deriyê tûûnelê bûye û li bin axê maye.
Du kes mirine
Piştî agahiya ku di wê avahiyê de du kes hebûn, karmendên agirkujîyê û şaredariyê ji bo wan xelas bikin xebitîne lê herdu kesên li bin axê mayîn mirine. Termê wan kesan hatin derêxistin û niştecihên xaniyên li derdora cihê hez lê çêbûyî hatine dûrxistin.
Şaredarî: Em ne sûcdar in
Şaredariyê berpirsiyarîya bûyerê qebûl nekiriye û diyar kiriye axa li derveyî cihê xebata wan hezaye.
(HA/MB)