Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Îsal wê Xelaata Aştiyê ya Hessenê bidin Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) û nivîskara rojnameya Evrenselê. Xelat ji hêla Weqfa Albert Osswaldî ya li eyaleta Hessena Almanyayê ve tê dayîn.
Li Wiesbadenê civîneke çapemeniyê hatiye çêkirin. Karl Starzacher, Serokê Kuratoryuma Xelata Aştiyê ya Hessenê; Nobrebt Kartmann, Serokê Meclîsa Eyaletê û Prof. Dr. Nicole Deitelhoff, Midûrê Gişti yê Weqfa Lêkolînên Derbarê Aştî û Pevçûnan a Hessenê di civînê de axivîne. Hatiye diyarkirin ku îsal Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci hêjayî xelatdayinê hatiye dîtin.
Li gorî daxuyaniya heyeta civînê, her sal xelatê didin wan kesan ku li cîhanê xebatên ji bo aştiyê pêş dixin. Îsal jî ji ber hewldana wê ya ji bo kesên rastî îşkenceyê hatine û ji ber lêkolînên wê yên derbarê îşkenceyê û belgekirina van tiştan biryar girtine xelatê bidin Fincanciyê.
Fincanci sala 2017ê hêjayî “Xelata Mafên Mirovan” a Rêxistina Bijîşkên Ji bo Mafên Mirovan hatibû dîtin.
Derbarê Xelata Aştiyê ya Hessenê de
Ji hêla Weqfa Albert Osswaldî ve tê dayîn. Osswald yek ji serokên kevn ên Meclîsa Eyaletê ya Hessenê (1919-1996) ye û siyasetmedarekî navdar ê sosyal demokratan bû.
Xelat 28ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) roja Çarşemê, li Wiesbadenê, paytexta Hessenê, li Meclîsa Eyaletê wê bi merasîmekê bê pêşkêşkirin. Prof. Dr. Wolfgagn Huber Serokê Kevn ê Kilîseya Protestan a Almanyayê (EKD) wê di merasîma xelatdayînê de biaxive. (EMK/FD)