Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn têne dadkirin. Duh 1ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) li du dadgehên Stenbolê şeş akademîsyen hatin dadkirin.
Li 27emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê (DCG), ji Zanîngeha Bogaziçiyê Prof. Dr. Ali Saysel, Alk. Doç. Dr. Noemi Matilde Levy ya ku hatiye ixrackirin, Prof. Dr. Neş’e Bilgin û Alk. Doç. Dr. Ali Tuna Kuyucu cara duyem,
Li 37emîn DCGyê jî H.K.A. û ji Zanîngeha Galatasarayê Alk. Doç. Dr. Gulsun Guvenli cara sêyem derketin pêşberî dadgehê.
Daxwaza cezakirina du akademîsyenan hate kirin
Li 37emîn DCGyê dozgerî nêrîna xwe ya derbarê esasê dosyayê de anî ziman. Dozgerî xwest ku li gorî Xala 7/2yê ya Qanûna Dijterorê (TMK) H.K.A. û ji Zanîngeha Galatasarayê Alk. Doç. Dr. Gulsun Guvenli werin cezakirin.
H.K.Ayê di paraznameya xwe de daxwaza beraeta demildest kir.
Serokê heyeta dadgehê ji akademîsyenê re pirsî û got ku ihtimale tohmeta wê êdi li gorî benda 2yê ya Xala7/2yê ya TMKyê de bê nirxandin. Ji ber wê ew wê tiştekê li paraznameya xwe zêde bike yan na. Akademîsyenê paraznameya xwe dubare kir.
Dozgerî paşê nêrîna xwe ya derbarê esasê dosyayê de anî ziman û xwest ku akadesimyen li gorî TMK 7/2-1ê û 2yê were cezakirin.
H.K.A û parêzer Toka Pekîn ji bo paraznameyê li hemberî nêrîna dozgerî amade bikin,daxwaza demê kirin.
Heyeta Dadgehê biryar girt ku doz 12ê Sibata 2019ê berdewam bike.
Di dadkirina Gulsun Guvenliyê de jî dozgerî daxwaza cezakirinê kir û heyeta dadgehê ji bo paraznameya xwe ya derbarê nêrîna dozgerî de pêşkêş bikin, biryar girt ku doz 12yê Sibata 2019ê berdewam bike.
Çi bûbû?
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 5ê Îlona 2018ê 258 akademîsyen hatine dadkirin. Dadgehan ji bo her yek ji 19 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê dane.
Bixwîne - Dozên Akademisyenên Aştîxwaz hatin taloqkirin
Ji bilî Prof. Dr. Zübeyde Füsun Üstel û Prof. Dr. Büşra Ersanlıyê ji bo wan akademîsyenên dî hikim nehatiye dayin. Dadgehê diyar kiriye “ji ber ku wan daxwaza paşdedana hikmî nekiriye” û “ji ber ku li dadgehê qinaeta nîşan bide ew bêsûc in çênebûye” ji bo wan hikim hatiye dayin.
Alk.Doç. Dr. Esra Mungan, Alk.Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Alk.Doç. Dr. Meral Camcı (31ê adara 2016ê) bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” hatin girtin. Di 22yê Nîsana 2016ê serbest bûbûn.
*Dadgeha Stenbolê salek û sê meh cezayê girtinê da Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgeha Stenbolê salek û şeş meh cezayê girinê da Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh.
*Dadgehê salek û sê meh cezayê girtinê daye Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgehê salek û şeş meh cezayê girinê daye Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh. (TP/FD)