Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêxistina Bexişînê ya Navneteweyî(Amnesty), Navenda PENê ya Almanyayê, Forûma Çandê ya Tirk û Almanan danezanek weşandiye. Beşdarên danezanê diyar kirine bila ji bo serbestbûna Kabvalayî Hikûmeta Almanyaya Federal dest bi xebatan bike.
Bixwîne – Nûçeyên li ser Osman Kavalayî
Li Berlînê li ber deriyê Şanogeha Gorkîyî komek mirovên ku di nav van de hûnermend, sîyasetmedar û rojnameger jî hebûn wêneyekê xwe dabû girtin û bi vê yekê hevgiriya xwe ya ji bo Osman Kavalayî diyar kiribû.
Li Hamburgê ji bo hevgiriyê 25 kesan nameyek nivîsîye. Name 5,6 metreyan dirêj e. Ji bo Osman Kavalayî bi gelek zimanan name hatine nivîsîn.
Çi bûbû?
Serokê Lijneya Birêveberiyê yê Anadolu Kulturê Osman Kavala 18yê Çiriya Pêşiyê li Balafirxaneya Ataturk a Stenbolê hatibû desteserkirin.
Piştî ku Kavala hat desteserkirin rojnameyên nêzîkî desthiladariyê ew weke hedef nîşan dabûn.
Erdogan di 24ê Çiriya Pêşiyê de li Civîna Komê ya AKPyê de axivî bû û Kavala weke "Sorosê Tirkiyeyê" bi nav kiribû.
Kavala 1ê Çiriya Paşiyê ya 2017ê hatibû girtin.
Osman Kavala kî ye?
Sala 1957ê li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye.
Piştî sala 1982yê di Kavala Grupê de weke rêveber kar kiriye.
Tevlî Mûrat Belgeyî di avakirina Weşanên İletişimê de cî girt ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.
Bûye endamê saziyên weke Konseya Kar a Tirkiye-Polonyayê, Konseya Kar a Tirkiye-Yewnanîstanê, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Ewropaya Başûrê Rojhilat).
Endamê Lijneya Rêveberiya TESEVê, endamê Lijneya Şêwirê ya Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê û piştevanê Weqfa Dîrokê (Tarih Vakfı) û Anadolu Kültürevi ye.
(GK/HK/MB)