Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn têne dadkirin. Îro li du dadgehên Stenbolê 13 akademîsyen hatine dadkirin.
Li 36emîn Dadgeha Cezayê Giran (DCG) ji Zanîngeha Bilgiyê Doç. Dr. Esra Arsan, dersdêr Begum Başdaş, Dr. Z. Z. Ç, lêkolîner Canan Erten, ji Zanîngeha Mîmar Sînanê lêkolîner Yasin Bariş Goguş û Kumru Çilgin û Prof. Dr. Ayşe Asli Berkman, ji Zanîngeha Yildiz Teknikê Doç. Dr. Bulent Tanju, ji Zanîngeha Enqereyê xwendekara doktorayê Dilek Çankaya, dersdêr Saadet Sorgunlu û akademisyenek cara pêşiyê,
Li 26emîn DCGyê jî ji Zanîngeha Şehîrê Akin Tek û ji Zanîngeha Michiganê Ozgecan Korkmaz cara duyem derketin pêşberî heyeta dadgehê.
Arsanê nexwest ku cezayê wê were taloqkirin
Akademîsyen Esra Arsan îro cara pêşiyê ye ku derket pêşberî dadgehê. Piştî paraznameya xwe pêşkêş kir, Fikret İlkiz, parêzerê Arsanê xwest ku ji bo di danişîna pêş de karibe paraznameyê pêşkêş bike dadgeh demê bide wan.
Lê heyetê ev daxwaz qebûl nekir. Dozgerî nêrîna xwe ya derbarê esasên dosyayê de anî ziman û xwest ku li gorî Xala 7/2yê ya Qanûna Dijterorê (TMK) Arsan were cezakirin.
Piştî dozgerî nêrîna xwe anî ziman, dadgehê nêrîna Esra Arsanê ya derbarê taloqkirina cezayî de pirsî. Lê Arsanê got ku ew naxwaze cezayê lê hatiye birîn taloq bikin.
Arsanê û parêzerê wê ji bo paraznameya xwe ya derbarê esasên dosyayê de pêşkêş bikin xwestin dadgehkirin were taloqkirin. Dadgehê ev daxwaz qebûl kiriye. Doz wê 9ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) ya 2019ê dewam bike.
Çi bûbû?
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 5ê Îlona 2018ê 258 akademîsyen hatine dadkirin. Dadgehan ji bo her yek ji 19 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê dane.
Bixwîne - Dozên Akademisyenên Aştîxwaz hatin taloqkirin
Ji bilî Prof. Dr. Zübeyde Füsun Üstel û Prof. Dr. Büşra Ersanlıyê ji bo wan akademîsyenên dî hikim nehatiye dayin. Dadgehê diyar kiriye “ji ber ku wan daxwaza paşdedana hikmî nekiriye” û “ji ber ku li dadgehê qinaeta nîşan bide ew bêsûc in çênebûye” ji bo wan hikim hatiye dayin.
Alk.Doç. Dr. Esra Mungan, Alk.Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Alk.Doç. Dr. Meral Camcı (31ê adara 2016ê) bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” hatin girtin. Di 22yê Nîsana 2016ê serbest bûbûn.
*Dadgeha Stenbolê salek û sê meh cezayê girtinê da Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgeha Stenbolê salek û şeş meh cezayê girinê da Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh.
*Dadgehê salek û sê meh cezayê girtinê daye Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgehê salek û şeş meh cezayê girinê daye Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh. (TP/FD)