Rojnamegerê ku dê ji Almanyayê bê derêxistin: Ev şerma Almanyayê ye
![Rojnamegerê ku dê ji Almanyayê bê derêxistin: Ev şerma Almanyayê ye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/202/119/original/manset_5110.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Adil Yigit rojnamegerek e ku li Almanyayê dijî. Dewleta Almanyayê ew mecbûr kiriye ku heta 20 Kanûna Paşiyê ya 2019ê ji wê dewletê derbikeve.
Nêzîkî 35 salan e ku Yigit li Almanyayê dijî.
Berpirsiyariya Bîyanîyan ya Almanyayê jê re diyar kiriye ku “ew tiştên dibû sebep ku wî nedikarî vegere welatê xwe nemane û divê heta 20.01.2019ê vegere welatê xwe.
Yigit ji hevsera xwe ya welatiya Almanyayê cida bûye. Di hişyarnameyê de jê re hatiye gotin ku: “Êdî malbata wî ne yekparçe ye, ew bi zarokên xwe re najî û bêkar e.”
Wî gotiye çar zarok û du neviyên wî hene hemî welatiyên Almanyayê ne.
Namînim û nikarim vegerim
“Ez difikirim ku ev biryareka nijadperestane ye, ma nû tê bîra wan ku ez ji hevsera xwe cida bûme û malbata min ne yekparçe ye.
“Ez êdî nikarim li Tirkiyeyê vegerim. Rêya rojnamegeran diçe Silîvrîyê[girtîgeh]. Ew rewşa rojnamegerên wê derê dizanin. Li Tirkiyeyê çapemenî ne azad e. Ez nikarim li Almanyayê jî bimînim. Ez ê biçim welatekê dî. Bila ev şerm ya Almanyayê be.”
(EMK/MB)
wêne: spiegel.de
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN HEZÎRAN 2024
Mêran di Hezîranê de 34 jin kuştin
![Mêran di Hezîranê de 34 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/07/02/erkekler-haziranda-34-kadini-oldurdu.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN GULAN 2024
Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin
![Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/06/06/men-killed-40-women-in-may.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN NÎSAN 2024
Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin
![Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/05/07/erkekler-nisanda-30-kadini-oldurdu.jpg)
Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir
![Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir](https://static.bianet.org/haber/2024/05/01/emek-meslek-orgutleri-sarachane-den-taksim-meydani-na-yuruyecek.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN ADAR 2024
Mêran di Adarê de 24 jin kuştin
![Mêran di Adarê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/04/03/erkekler-martta-24-kadini-oldurdu.jpg)