Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Asliye-Cezayî ya 2. a Stenbolê bi sûcê “heqareta li serokkomarî” ceza daye sê rojnamegeran. Dadgehê 4 sal 9 meh û 12 roj cezayê girtinê daye İnan Kızılkaya, İhsan Çaralan û Hüseyin Aykol ên rojnameger.
Cezayê Huseyîn Aykolî nehatiye paşdedan.
Hersê rojnameger jî ji bo rojnameya Ozgur Gundemê bûne nobedarên weşanê. Ew bi wê yekê têne sûcdarkirin ku dema ew nobedarên weşanê bûne, bi nivîs û nûçeyan heqaret li serokkomarî hatiye kirin.
Dadgehê salek, 10 meh û 26 roj cezayê girtinê daye Aykol û Kizilkayayî û 11 meh û 20 roj cezayê girtinê daye Çaralanî.
Çi bûbû?
Piştî 24ê Tîrmeha 2015ê pevçûnan dest pê kiribû, gelek doz li Ozgûr Gûndemê hatine vekirin. Li hemberî zordariyan Ozgûr Gûndemê Kampanyaya Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê da dest pê kirine.
Bixwîne - Ji bo rojnameger Tûgrûl Eryilmazî ceza hat xwestin
Doza ''propagandaya rêxistina terorî'' li wan kesên ku ji bo rojekê bûbûn berpirsên weşanê, hat vekirin.
Nobedarên Weşana Ozgûr Gûndemê, 38 rojnameger bi sûcên "propagandaya ji bo rêxistina terorî" û "çapkirin û belavkirina bang û daxuyaniyên rêxistinên terorî bi Xala 6. a Qanûna li Dijî Terorê ya 3713ê têne dadkirin.
Navê rojnamegeran: A. Kumru Başer, Ahmet Nesin, Ayşe Batumlu, Ayşe Düzkan, Beyza Üstün, Can Dündar, Celal Başlangıç, Celalettin Can, Cengiz Baysoy, Çilem Küçükkkeleş, Derya Okatan, Dicle Anter, Erol Önderoğlu, Ertuğrul Mavioğlu, Faruk Balıkçı, Faruk Eren, Fehim Işık, Hüseyin Tahmaz, Hakkı Boltan, Hasan Cemal, Hasan Hayri Şanlı, İbrahim Bodur, İhsan Çaralan, Julide Kural, M. Ali Çelebi, Murat Çelikkan, Murat Uyurkulak, Nadire Mater, Necmiye Alpay, Nevin Erdemir, Öncü Akgül, Ragıp Duran, Said Sefa, Şanar Yurdatapan, Şebnem Korur Fincancı, Tuğrul Eryılmaz, Veysi Altay, Yıldırım Türker.
(TP/MB)