Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan(IHD) Eren Keskîn yek ji berbijarên Xelata Martin Ennalsî ye. Ji bo standina xelatê sê kes mane fînalê.
Deh rêxistinên naskirî yên navneteweyî ji bo parastina mafên mirovan vê xelatê her sal dide.
Martin Ennals di salên 1968-1980yê de bûye sekretrê giştî yê Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê, ev xelat ji bo bîranîna wî bi navê wî tê dayin.
Ji bilî Eren Keskînê mafparêzê ji Kolombiyayê, Marino Cordoba Berrio û ji Sûdanê Abdul Aziz Muhamat jî berbijar in. Abdul Aziz Muhamat mafên penaberan diparast, sala 2013ê li Gîneya Nû ya Papûayê hatiye girtin û ji wê demê ve di gitîgehê de ye.
Bixwîne - Eren Keskin berbijara serokatiya BAROya Stenbolê ye
Eren Keskin kî ye?
Parêzer e. Nivîskara Ozgur Gundemê ye. Demekê bûbû Herberpirsa Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê.
Ew demek bû Alîkara Serokê Giştî ya Komaleya Mafê Mirovan (KMM) û piştre jî bûbû seroka şaxa Stenbolê.
Ew weke mafparêzekê hêjayî gelek xelatan hatiye dîtin: Xelata Aştiyê ya Aachenê (2004), Xelata Diristî û Wêrektiya Polîtîkayê ya Theodor Haeckerê (2005).
(HA/MB)