Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Meral Daniş Beştaş, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê û endama Komisyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMMyê, rewşa girtiyê kêmendam Ozgur Bektaşoglûyî xistiye rojeva komisyonê. Beştaşê behsa binpêkirina mafên Bektaşoglûyî yên li Girtîgehên Soke û Manîsayê kiriye.
Meral Daniş Beştaşê di daxwaznameya xwe ya pêşkêşî komisyonê kiriye de gotiye, “bila demildest serdana girtîgehê bê kirin û pêkanînên li dijî hiqûqê di cî de bibînin.” Beştaşê gotiye, “Tespîta tedbîrên wê bên standin gelekî girîng in.”
Wezaretê bersiv nedaye
Di daxwaznameya ku pêşkêşî komisyonê de kiriye, Beştaş behsa rewşa girtîgehan dike:
“Ozgur Bektaşoglû gotibû ku gelek caran mafên wan li Girtîgeha Sokeyê tên binpêkirin.
“Bektaşoglûyî diyar kiribû ku rojname û pirtûkan nadin girtiyan, sînor danîne ser kirînên wan ên ji kantînê, mafên wan ê telefonkirinê û hevdîtinê tên astengkirin, destûrê nadin wan ku pediviyên xwe yên esasî peyda bikin, dixwazin li ser lingan wan bijmêrin û tekmîlê ji wan bigrin, bi darê zorê dikin ku girtiyên astengdar jî li ser lingan bijmêrin, dema li qawîşan lêgerînê dikin hemû kelûpelan bela dikin, nahêlin mafên serbestiya bikontrol bikar bînin, dest datînin li ser kelûpelên taybet û nivîsan, serşo jî tê de bi kamerayan 24 saetan odeyan kontrol dikin, dixwazin girtiyan tazî bikin û bi vî awayî li ser wan bigerin.”
Beştaşê diyar kiriye ku “wê demê ev mijar weke pirsiyarnameyekê pêşkêşî Wezareta Dadê kiriye lê bersiv nedane wê.”
“Ji sedî 52 astengdar e, lêdane”
Ozgur Bektaşoglû 5ê Îlona 2018ê ji Girtîgeha Sokeyê şandine Girtîgeha Manîsayê.
Di daxwaznameyê de hatiye diyarkirin ku bi heman awayî li Girtîgeha Manîsayê jî mafên girtiyan tên binpêkirin.
Hatiye gotin ku “Mil û lingên girtiyan hatine badan û ew avêtine erdê û rastî îşkenceyê hatine.”
Dîsa hatiye destnîşankirin ku “Bektaşoglû ji sedî 52 astengdar e û gopalê wî heye lê li ser wî tê ferzkirin ku dema girtî tên jimartin, ew jî li ser lingan bisekine. Her weha lê dane û ev jî xeteriya rewşê nîşan dide.”
Meral Daniş Beştaşî gotiye ku digel rewşa wî ya kêmendamiyê rêveberiya girtîgehê gopalê wî nade wî.
Li gorî rapora Komisyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (İHD) heta 2yê Adara 2018ê di girtîgehên Tirkiyeyê de 402 jê giran, 1154 girtiyên nexweş hene. (AS/FD)