Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Abdûllah Koç, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Agiriyê pêşniyaznameyek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kiriye û xwestiye ku lêkolîna mirinên biguman ên leşkeran bê kirin.
Koçê HDPyî diyar kiriye ku li gorî amarên Wezareta Berevaniyê, tenê di navbera 2002 û 2013ê de li gorî îdiayê 1036 leşkerên leşkeriya neçar dikirin, xwe kuştine. Koçî gotiye, “Lê derbarê hejmara xwekuştinên di dema leşkeriya neçar ên 5 salên dawiyê de ji bilî daneyên di çapeminiyê de hatine belavkirin û raya giştî pê dizanin, ti dane nîne.”
“Bêcezatî, pêşî li ber vê rewşê vedike”
Koçî di pêşniyaznameya xwe de gotiye ku di bûyerên wiha de tehqîqat baş nayê kirin û “dema becezatî jî li vê zêde dibe, pêşî li ber van bûyeran vedibe.”
Hatibû îdiakirin ku di navbera 14 û 17ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) de sê leşkerên ji Rihayê, ku li cihên cuda cuda leşkeriya neçar dikirin, xwe kuştine.
Beriya wê, herî dawî 12ê Îlona 2018ê di medyayê de hatibû nivîsandin ku M.A Yê ji Êlihê, dema li navçeya Dînarê ya Afyonê leşkerî dikir, xwe kuştiye.
Îsmet Yilmaz Wezîrê Berevaniya Milî yê wê demê li ser pirsa Mahmût Tanal Parlamenterê CHPyê, 3yê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) ya 2013hê gotibû, di navbera 2002 û 2013ê de 1036 kesan li leşkeriyê xwe kuştine. (EKN/FD)