Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê têne dadkirin.
Duh (18ê Çiriya Pêşiyê/ Cotmeha 2018ê) li çar dadgehên cuda, 38 akadeîisyen hatin dadkirin.
Li 24em Dadgeha Cezayê Giran (DCG), ji Zanîngeha Bogaziçiyê Dr. N.İ û Alk. Doç. DR. Eyup Colkan Çidam cara sêyem,
Li 25em DCGyê, ji Zanîngeha Bilgiyê Dr. Ozlem Koseoglu û ji Zanîngeha Mîmar Sînanê Dr. Eralp Osman Erden cara pêşiyê,
Li 28em DCGyê, ji Zanîngeha Bilgiyê Gulhan Balsoy û ji ya Mîmar Sînanê Yonca Guneş Yucel cara duyem,
Li 35em DCGyê, ji Zanîngeha Galatasarayê Olcay Kunal, T.A, Hakan Yucel, Başak Demir, Asli Didem Danış û Omer Aygun, ji Zanîngeha Stenbolê Gizem Bilin, Mehtap Balik Kaya, Pedriye Mutlu, Dinç Alada, ji Zanîngeha Marmarayê Cansever Guner, Burcu Yılmaz Gunduz, Can Yalçın Armutçuoglu, Hatice Gunay Goksu, Leyla Şimşek Rathke, ji Zanîngeha Ozyeginê Ali Serdar, ji Zanîngeha İstanbul Teknikê Ayşe Zeynep Akalin, Nergis Perçinel, Ayşe Serdar, ji Zanîngeha Kemerburgazê Gulçin Balamir, ji Zanîngeha Kadir Hasê Çigdem Bozdag Bucak, Çagla Diner, ji Zanîngeha Yildiz Teknîkê D.G, ji Zanîngeha Bogaziçiyê Can Candan, Rifat Okçabol, Reşit Canbeyli, Berna Kilinç, Asli Zeren, Meral Demirel, Ceren Ozselçuk, Zeynep Gambetti, Albert Ali Salah hatin dadkirin.
Dadgeh wê li benda bersiva Wezaretê be
Li 35em DCGyê dosyayên 33 akademîsyenan gîhandine hev. Heyeta dadgehê diyar kir ku “ji ber çalakiya gumanbaran dibe di çarçoveya xala 301ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) de be” ew ê dosyayê bişînin Wezareta Dadê û heta destûra dadkirinê ji Wezaretê were, ew dadkirinê didin berdewam nakin.
Bi tohmeta “alîkariya bi rêxistinê re” ceza hat xwestin
Dozgerê DCGya 24em nêrîna xwe ya derbarê esasa dosyayê de nivîskî pêşkêş kir. Dozgerî bi tohmeta ku “digel ne endamên rêxistinê ne lê alîkariya rêxistinê kirine” xwest ku N.İ û Volkan Çidam werin cezakirin.
Çi bûbû?
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 5ê Îlona 2018ê 258 akademîsyen hatine dadkirin. Dadgehan ji bo her yek ji 19 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê dane.
Bixwîne - Dozên Akademisyenên Aştîxwaz hatin taloqkirin
Ji bilî Prof. Dr. Zübeyde Füsun Üstel û Prof. Dr. Büşra Ersanlıyê ji bo wan akademîsyenên dî hikim nehatiye dayin. Dadgehê diyar kiriye “ji ber ku wan daxwaza paşdedana hikmî nekiriye” û “ji ber ku li dadgehê qinaeta nîşan bide ew bêsûc in çênebûye” ji bo wan hikim hatiye dayin.
Alk.Doç. Dr. Esra Mungan, Alk.Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Alk.Doç. Dr. Meral Camcı (31ê adara 2016ê) bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” hatin girtin. Di 22yê Nîsana 2016ê serbest bûbûn.
*Dadgeha Stenbolê salek û sê meh cezayê girtinê da Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgeha Stenbolê salek û şeş meh cezayê girinê da Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh.
*Dadgehê salek û sê meh cezayê girtinê daye Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgehê salek û şeş meh cezayê girinê daye Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh. (TP/FD)