Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Osman Kavala, Serokê Lijneya Rêveberiya Anadolu Kulturê, karsaz û mafparêz saleke ku ji azadiya xwe mehrûm e.
Kavala par weke îro hatibû desteserkirin. Îdianameya ji bo wî hîna jî nehatiye amadekirin.
Hemû daxwazên wî yên berdanê nehatine qebûlkirin. Pêvajoya hiqûqî ya derbarê wî de nayê meşandin, li girtîgehê ye û li bende roja ku wê derkeve dadgehê. Herî dawî, 19ê Îlona 2018ê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar girtibû ku di encama karên bilez de dosyaya wî kontrol bikin û lê binêrin.
Bitikîne - Osman Kavalayî serî li Dadgeha Ewropayê daye
Çi bûbû?
Serokê Lijneya Birêveberiyê yê Anadolu Kulturê Osman Kavala 18yê Çiriya Pêşiyê li Balafirxaneya Ataturk a Stenbolê hatibû desteserkirin.
Piştî ku Kavala hat desteserkirin rojnameyên nêzîkî desthiladariyê ew weke hedef nîşan dabûn.
Erdogan di 24ê Çiriya Pêşiyê de li Civîna Komê ya AKPyê de axivî bû û Kavala weke "Sorosê Tirkiyeyê" bi nav kiribû.
Kavala 1ê Çiriya Paşiyê ya 2017ê hatibû girtin.
Osman Kavala kî ye?
Sala 1957ê li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye.
Piştî sala 1982yê di Kavala Grupê de weke rêveber kar kiriye.
Tevlî Mûrat Belgeyî di avakirina Weşanên İletişimê de cî girt ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.
Bûye endamê saziyên weke Konseya Kar a Tirkiye-Polonyayê, Konseya Kar a Tirkiye-Yewnanîstanê, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Ewropaya Başûrê Rojhilat).
Endamê Lijneya Rêveberiya TESEVê, endamê Lijneya Şêwirê ya Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê û piştevanê Weqfa Dîrokê (Tarih Vakfı) û Anadolu Kültürevi ye. (HK/FD)