Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê têne dadkirin.
Duh (17ê Çiriya Pêşiyê/Cotmeh) 48 akademisyen li 4 dadgehên cuda hatin dadkirin.
Li 14emîn Dadgeha Cezayê Giran (DCG), ji Zanîngeha Bogaziçiyê Prof. Dr. Z.Y, xwendekarê doktorayê B.K. Prof. Dr. Kuban Altinel û Prof. Dr. Nuket Esen cara sêyem,
Li 30emîn DCGyê, ji Zanîngeha Université Paris-Estyê Prof. Dr. Mehmet Ali Oturan û ji Zanîngeha Bilgiyê xwendekarê doktorayê H.T. cara yekem,
Li 33emîn DCGyê, ji Zanîngeha Stenbolê Prof. Dr. Hülya Kirmanoğlu, Doç. Dr. Haydar Durakê teqawitbûyî, Alk. Doç. Dr. Fatma Nihan Aksakallı, Alk. Doç. Dr. Yusuf Doğan Çetinkaya, Doç. Dr. Ahmet Bekmen, xwendekarê doktorayê İrfan Keşoğlu, Alk. Doç. Dr. İlkay Yılmaz; ji Zanîngeha Marmarayê Prof. Dr. Erol Katırcıoğlu, ji Zanîngeha Galatasarayê Seçkin Sertdemir, F.A.A., Gözde Aytemur Nüfusçu, akademisyenên ixrackirî Eda Aslı Şeran, Seçil Ercan, Prof. Dr. Yüksel Taşkın, xwendekarê doktorayê Cihan Yapıştıran, Dr. İsmet Akça, Dr. Ayşe Nilüfer Durakbaşa, Alk. Doç. Dr. Özgür Müftüoğlu, Alk. Doç. Dr. T.D.Y., Alk. Dr. Y. Y., Dr. E.A., Ji Zanîngeh a Boğaziçiyê Prof. Dr. Meltem Ahıska, Ji Zanîngeha Kadir Hasê Alk. Doç. Dr. Öznur Yaşar Diner; Ji Zanîngeha Bahçeşehirê Prof. Dr. Zeynep Tül Süalp; Ji Zanîngeha Kemerburgazê Alk. Doç. Dr. Bedriye Aysuda Kölemen Luge, akademisyen Esra Kaliber û ji Zanîngeha Arelê akademisyen İlkay Özkuralpli, Remzi Orkun Güner û ji Zanîngeha Nişantaşiyê Alk. Doç. Dr. N.Mya ku ji kar hatibû avêtin.
Li 35emîn DCGyê, ji Zanîngeha Mîmar Sînanê lêkolîner Ü.S û Alk. Doç. Dr. Ozge Ejder Johnson, ji Zanîngeha Bilgiyê xwendekara doktorayê Elif Sandal Onal, akademisyen Onûr Ceritoglu û Dr. Murat Dağlı, Ji Zanîngeha Sabanciyê Dr. T.Y, ji Zanîngeha Şehirê Doç. Dr. Asli Telli Aydemira ku ji kar hatibû avêtin, ji University of Lausanneyê Ayşe Dayı û ji Université Paris-Est'ten Nihal Oturan cara pêşiyê,
Li 37emîn DCGyê, ji Zanîngeha Yildiz Teknikê Prof. Dr. Haldun Gülalpê teqawidbûyî, lêkolînera Ece Öztana ixrackirî, ji Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê Doç. Dr. Îpek Yürekli, ji Zanîngeha Kemerburgazê Doç. Dr. Y.A û ji Zanîneha Arelê Doç. Dr. Feryal Saygiligil cara duyem hatin dadkirin.
Ji bo 33 akademisyenen ceza hate xwestin
Li 33emîn DCGyê dosyayên 28 akademisyenan gîhandine hev û dozgeran nêrîna xwe ya derbarê esasê de xwend. Her weha ji bo pênc akademisyenên li 37emîn DCGyê hatin dadkirin jî dozgeran nêrîna xwe diyar kirin.
Di her du dadgehan de dozgeran jî ji bo 33 akademisyenan di çarçoveya xala 7/2yê ya Qanûna Dijterorê ceza xwestiye.
Li 14emîn DCGyê wê li benda destûra 301yê bin
Di danişîna beriya niha de li 14emîn DCGyê ji Wezareta Dadê re hatibû xwestin destûrê bide da ku akademisyen li gorî xala 301ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) werin dadkirin. Ji ber destûra Wezareta Dadê negihiştiye ber destê dadgehê, dadgehkirin hat taloqkirin.
Heyeta 35emîn DCGyê, daxwaza parêzeran a gîhandina dosyayên akademisyenan bi hinceta ku neh akademisyenan hîna xwe neparastine, ji bo danişîna pêşiyê hate hiştin.
Çi bûbû?
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 5ê Îlona 2018ê 258 akademîsyen hatine dadkirin. Dadgehan ji bo her yek ji 19 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê dane.
Bixwîne - Dozên Akademisyenên Aştîxwaz hatin taloqkirin
Ji bilî Prof. Dr. Zübeyde Füsun Üstel û Prof. Dr. Büşra Ersanlıyê ji bo wan akademîsyenên dî hikim nehatiye dayin. Dadgehê diyar kiriye “ji ber ku wan daxwaza paşdedana hikmî nekiriye” û “ji ber ku li dadgehê qinaeta nîşan bide ew bêsûc in çênebûye” ji bo wan hikim hatiye dayin.
Alk.Doç. Dr. Esra Mungan, Alk.Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Alk.Doç. Dr. Meral Camcı (31ê adara 2016ê) bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” hatin girtin. Di 22yê Nîsana 2016ê serbest bûbûn.
*Dadgeha Stenbolê salek û sê meh cezayê girtinê da Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgeha Stenbolê salek û şeş meh cezayê girinê da Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh.
*Dadgehê salek û sê meh cezayê girtinê daye Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgehê salek û şeş meh cezayê girinê daye Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh. (TP/FD)