Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî Balikesîr û Dîlokê niha jî tê îdiakirin ku xortekî din ê ji Rihayê li Enqereyê dema leşkeriya neçar dikir xwe kuştiye.
Li gorî nûçeya Mezopotamya Ajansı, M. B yê li navçeya Altindaga Enqereyê leşkeriya neçar dikir, duh bi şev li holika nobetê bi çeka xwe, xwe kuştiye.
Cenazeyê B.yî ji bo otopsiyê birine Saziya Tiqa Edlî ya Enqereyê.
Xebera mirina M. Byî destê vê sibehê dane malbata wî. Malbata wî çûne Enqereyê û piştî otopsiyê cenazeyê kurê xwe birine navçeya Bozovayê. Cenaze wê li Bozovayê were binaxkirin.
Bitikîne - Hatiye îdiakirin ku di 2 rojan de 2 leşkerên ji Rihayê xwe kuştine
Hatibû diyarkirin ku du leşkerên din ên ji Rihayê xwe kuştine
Li gorî nûçeya malpera Şanlıurfa63yê ji serê hefteyê heta niha O.F.Dyê li Dîlokê û H.A.yê li Balikesîrê leşkerî dikirin xwe kuştine. (EKN/FD)