Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana Îbrahîm Kaptanê li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê qebûl nekiriye ku Kaptan ji bo mafê pirtûk û ragihanê serî lê dabû.
Dadgehê di biryara xwe de gotiye ku mafê azadiya xweîfadekirinê, yê ragihanê û yê parastin û pêşxistina hebûna manewî ‘nehatiye binpêkirin’.
Dadgehê biryara xwe di 12ê Îlona 2018ê de daye û gotiye ku, “Mafê azadiya xweîfadekirinê ne mafekî teqez e û di çarçoveya sedemên ku madeya 2yem a xala 26ê ya Destûra Bingehîn pêşbînî dike de dibe bên sînorkirin.”
Ji bilî pirtûkên dersan ên din qedexe ne
Îbrahîm Kaptan bi tohmeta “Endamtiya rêxistina terorê ya çekdar” li Girtigeha Tîpa T a Menemenê girtî ye. Xizmên wî jê re pirtûk şandine lê rêveberiya girtîgehê pirtûk nedane wî. Li sir vê rewşê, giliyê rêveberiya girtîgehê kiriye.
Lijneya Çavdêrî û Rêveberiyê ya Girtîgehê 27ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) ya 2016ê jê re ragihandiye ku ew pirtûkan nadin wî. Biryara Lijneyê wiha bûye:
“Li gorî nivîsa Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan û Cezayan a Wezareta Edaletê ya 16ê Çiriya Paşiyê (Sermawez) ya 2016ê, biryar hatiye dayîn ku wê tenê pirtûkên dersan bidin kesên bi tohmeta terorê hatine girtin û xwandina xwe berdewam dikin, lê pirtûkên din ên bi rêya kargoyan û xizmên wan hatine şandin wê nedin wan.”
Rêveberiya girtîgehê ev biryar bi hinceta “astengkirina xebatên rêxistinî, pêşîlêgirtina beralîkirina rêxistinên terorê û yên sûcî û dana fermanan” daye.
Her weha diyar kiriye ku “dikarin pirtûkan ji pirtûkxaneya girtîgehê bistînin.”
Kaptanî li dijî vê biryarê derket lê Dadweriya Înfazê ya Karşiyakayê biryara rêveberiya girtîgehê pejirandiye û serlêdana wî qebûl nekiriye. Îtiraza wî ya li hember vê biryarê jî ji hêla 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Karşiyakayê ve nehatiye qebûlkirin.
Mafê axavtina bi telefonê hatiye kêmkirin
Mafê axavtina bi telefonê yê Îbrahîm Kaptanî li gorî xala 6ê ya Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) ya hejmar 667ê ji hefteyê carekê daxistine ji 15 rojan carekê.
Kaptan li dijî vê jî derketiye. Lê îtirazên wî yên ji bo vê jî nehatine qebûlkirin.
Girtina fotografan jî qedexe ye
Rêveberiya girtîgehê her weha bi hinceta “wê bibe propagandaya rêxistinê, hatiye qedexekirin ku kesên bi tohmeta endamtiya rêxistina terorê girtî ne, fotografan bikişînin.”
Dadweriyê û dadgehê îtiraza li hemberî van biryaran jî qebûl nekirine.
Îbrahîm Kaptanî 19ê Tîrmeha 2017ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye.
Dadgeha Destûra Bingehîn duh biryara xwe aşkere kiriye û serlêdana Îbrahîm Kaptanî qebûl nekiriye. (AS/FD)