Kartal li girtîgehê hatiye vegerandin, “çêdibe enfeksîyon birînên wî bigire”
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Vefa Kartalê ku 96 roj bûn di greva birçîbûnê de bû, piştî daxwazên wî hatîn qebûlkirin 9ê Çiriya Pêşiyê(Cotmeh) dest ji grevê berdabû. Kartal li nexweşxaneyê hatiye dermenkirin û li girtîgehê hatiye vegerandin.
Bixwîne- Vefa Kartalî piştî 96 rojan dest ji greva birçîbûnê berdaye
Birayê Kartalî gotiye:
“Hêj belgeyeka fermî ji bo me nehatiye. Em ne piştrast in ka ew hatiye dermankirin an na. Em di fikarê de ne, gelo lîstikek tê lîstin em nizanin.”
Pispora Tiba edlî Prof. Dr. Şebnem Fincanciyê ji bianetê re diyar kiriye ku Kartal bi tenê sê rojan li nexweşxaneyê maye. Heke nexweşiya wî hatibe dermankirin jî ji ber greva birçîbûnê metirsî heye ku birînên wî enfeksîyon bigire.”
Bixwîne - HDP: Vefa Kartal 90 roj in ku di greva birçîbûnê de ye, rewşa wî ne baş e
Çi bûbû?
Du sal in ku Vefa Kartal ji ber werimîna demarên serê wî divê emeliyat bibe. Nexweşiyên wî yên prostas, ûlser, tansîyona bilind û êşa li rûviyan hene.
Mafê wî yê dermankirinê û mafên dî yên bingehîn hatiye astengkirin. 96 roj bûn ku di greva birçîbûnê de bû.
(EMK/MB)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - NÎSAN 2026
Mêran di Nîsanê de 28 jin kuştin
Li Mecîdiyekoyê polîsan meşa 1ê Gulanê a ji bo Taksîmê asteng kir: Gelek kes hatin desteserkirin
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - ADAR 2026
Mêran di Adarê de 32 jin kuştin
Di doza ÎBBê de 18 kes serbest bûn
Dadgehê di doza IBBê de biryara valakirina salonê da