Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn têne dadkirin. Dadgeha Cezayên Giran a 29. û 30. yên Stenbolê îro deh akademîsyen dad kirine.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz li akademîsyenan vekiribû.
Li Dadgeha Cezayên Giran a 30. a Stenbolê Tuğba Yıldırım û Zeynep Yeşim Gökçe hatine dadkirin.
Li Dadgeha Cezayê Giran a 29. a Stenbolê Doç. Dr. Ahmet Tuna Altınel, Doç. Dr. Ayşen Candaş Bilgen, Prof. Dr. Şemsa Özar, Doç. Dr. Elif Aysimi Duman, Prof. Dr. Gencer Özcan, Prof. Dr. Mehmet Ozan Erözden, Dr. C.A. û G.D. hatine dadkirin.
Bixwîne - Dozger ji bo du akademîsyenan 5 sal cezayê girtinê xwestiye
Sê akademşîsyenan xwe parastine. Li Dadgeha Cezayên Giran a 29. Ozar, Ozcan û Ozarê xwe parastine.
Dadkirina wan ji bo 29ê Sibata 2019ê hatiye paşdedan. Dadgehê qebûl nekiriye ku doza wan a li Dadgeha Cezayên Giran a 13. û doza li wê dadgehê bi hev ve bê dayin.
Doza C.A. ji bo 1ê Sibata 29ê hatiye paşdedan. Dadgehan ji bo bersûcan biryara cezadanê nedaye.
Çi bûbû?
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 5ê Îlona 2018ê 258 akademîsyen hatine dadkirin. Dadgehan ji bo her yek ji 19 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê dane.
Bixwîne - Dozên Akademisyenên Aştîxwaz hatin taloqkirin
Ji bilî Prof. Dr. Zübeyde Füsun Üstel û Prof. Dr. Büşra Ersanlıyê ji bo wan akademîsyenên dî hikim nehatiye dayin. Dadgehê diyar kiriye “ji ber ku wan daxwaza paşdedana hikmî nekiriye” û “ji ber ku li dadgehê qinaeta nîşan bide ew bêsûc in çênebûye” ji bo wan hikim hatiye dayin.
Alk.Doç. Dr. Esra Mungan, Alk.Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Alk.Doç. Dr. Meral Camcı (31ê adara 2016ê) bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” hatin girtin. Di 22yê Nîsana 2016ê serbest bûbûn.
*Dadgeha Stenbolê salek û sê meh cezayê girtinê da Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgeha Stenbolê salek û şeş meh cezayê girinê da Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh.
*Dadgehê salek û sê meh cezayê girtinê daye Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgehê salek û şeş meh cezayê girinê daye Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh.
(TP/MB)